Li Mereş û Semsûrê piştî barana zêde lehî rabû

14-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Mereş Semsûr Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mereş û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê piştî barîna baraneke zêde lehî rabû. Li navçeya Cela ya Mereşê otomobîlek li ber lehiyê çû û li her du parêzgehan kolan, cade, kargeh û dikanên welatiyan di nav avê de man.

Roja Sêşemê 13ê Hezîrana 2023an li navçeya Cela (Ekînozu) ya Mereşê di demjimêrên êvarî de baranake bihêz bariya. Piştî baranê lehî rabû û li taxa Îçmeler otomobîlek li ber lehiyê çû.

Li navenda bajêr û gelek gundan otomobîl ji ber barana zêde û lehiyê di çûn û hatinê de rastî zehmetiyan bûn. Herwiha beşek ji kargeh û dikanên welatiyan di nav avê de man.

Gelek zeviyên çandiniyê, rê û rêbar û avrêjan ji ber lehiyê zirerek zêde dîtin û tîmên şaredariyê bi makîneyên kar li navçeyê dest bi xebatên paqijiyê kirin.

Li aliyê din li Parêzgeha Semsûrê jî di demjimêrên êvarî de baraneke zêde bariya. Baran li Semsûrê jî bû sedemea lehiyê û cade û kolan di bin avê de man û otomobîl di çûn û hatinê de rastî zehmetiyan bûn.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, dê ji 13ê Hezîranê heta roja 15ê Hezîranê li gelek parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê baran bibare û li hinek parêzgehan jî eger heye teyrok (zîpik) bibare, herwiha egera rabûna lehiyê heye.

Saziya navborî diyar kiriye ku ligel baranê li çend herêman dê ba û bahoz jî hebe û dê pileya germê li gor pileyên demsalê be.

Ew bû çend roj ku li çendîn parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê baran dibare. Pêr êvarê jî li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê û Samsuna Tirkiyê ji ber barana zêde lehî rabûbû û rêyên nav bajaran tejî av bûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, baran û teyrokê bandoreke nerênî li çandiniyê kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst