Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê bangî desthilatê kir ku derbarê girtiyên nexweş de sererastkirinên yasayî bên kirin
Baroyê her wiha ragihand wan nirxandin û pêşniyarên xwe yên di vê mijarê de pêşkêşî partiyên siyasî, Wezareta Dadê û Parlamentoya Tirkiyeyê kirine.
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
Baroya Amerê xwest ku di Yasaya Têkoşîna li dijî Terorê ya bi hejmara 3713 û Yasaya Tedbîrên Ewlekariyê ya hejmar 5275an de sererastkirin bên çêkirin.
Baroyê di peyama xwe de got ku edalet û parastina mafên mirov bingehên aştiya civakê ne û sererastkirinên yasayî ne tenê ji bo mafên şexsî yên girtiyên nexweş, di heman demê de ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan a bi rêyên demokratîk û aştiyane dê bibe alîkar.
Baro Amedê got, "Mafên bingehîn ên girtiyên nexweş, bi taybetî mafê tenduristiyê, mafê jiyanê, qedexeya muameleyên ne mirovî û mafê darizandina adil, di çarçoveya yasa û pratîkên heyî de bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin.
Sepandinên keyfî, piştguhkirina nirxandinên tenduristiyê yên serbixwe, sînordarkirina derfetên derengxistina cezayan û berdana bi şert, gelek pirsgirêkên bingehîn in ku ji bo girtiyên nexweş dibin sedemên encamên jê veneger.
Di vê çarçoveyê de, em bangî saziyên berpirsyar dikin ku bi lez pêngavên yasayî yên bi bandor, mirovî û li gorî rêzikên yasayên gerdûnî bimeşînin û bi cih bikin."
Heman rojê DEM Partiyê ragihandibû ku di çarçoveya pêvajoya aştî û çareseriyê de 18ê Nîsana 2025an dê Şanda Îmraliyê li gel Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê bicive û sererastkirina yasayan gotûbêj bike.
Her wiha li gel Şanda Îmraliyê dê Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sezaî Temelli jî amade bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse