Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh

14-04-2025
RÛDAW
Nîşan Helebce Parêzgeh Parlamentoya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê pesend kir û ew bajarê Herêma Kurdistanê bû 19emîn parêzgeha Îraqê.

Demekê berê rûniştina Parlamentoya Îraqê ya li ser yasaya parêzgehbûna Helebceyê dest pê kir.

Sekreterê Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîmr agihand ku dengdan ji bo projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê hat kirin û parlamentoyê projeyasaya pesende kir.

Rûniştina parlamentoyê bi beşdariya 178 parlamenteran bû.

Amanc Rehîm got, “Pîroz be, Helebce bû 19emîn parêzgeha Îraqê."

Endamê Parlamentoya Îraqê Musenna Emîn ji Rûdawê re ragihand ku ev biryar naskirina jenosîda Helebceyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst