Hewlêr (Rûdaw) - HSD ragihand ku li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê 28 çekar hatine kuştin.
Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya nêzikî Tirkiyeyê berdewam dikin.
Li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar berdewam dikin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê amarên şer û pevçûnên roja duşemê belav kirin.
Şerê li Bendava Tişrînê
HSDyê ragihand ku di şer û pevçûnênli derdora Bendava Tişrînê de 23 çekdar hatine kuştin û 24 çekdar jî birîndar bûne.
Her wiha HSDyê Da zanîn ku 5 wesayîtên zirxî, 2 wesayîtên leşkerî hatine îmhakirin û 17 navendên kombûnê yên çekdaran hatine armancgirtin.
Li gorî HSDyê, di êrişên dronî yên Tirkiyeyê de li derdora Bendava Tişrînê 4 şervanên HSDyê jî birîndar bûne.
Şerê li Pira Qereqozaqê
Li aliyên din, HSDyê da zanîn ku di şerê li eniya Pira Qereqozaqê de hêzên wan bi çekên giran û roketavêjan êrişî xal û pozîsyonên çekdaran kiriye û 5 çekdar hatine kuştin, 12 çekdar jî birîndar bûne.
HSDyê diyar kir ku Tirkiye li derdora Pira Qereqozaqê jî bi dronan êrişî hêzên wan dike lê di encama wan êrişan de zererên mezin çênebûne.
Giringiya Bendava Tişrînê
Piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 25ê Çiriya Paşîn a 2024an dest bi operasyona li dijî artêşa Sûriyeyê kir, çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê êrişên xwe yên li ser HSDyê zêde kirin.
Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya nêzîkî Tirkiyeyê Şehba û Minbic kontrol kirin û niha dixwazin Bendava Tişrînê jî kontrol bikin lê şervanên HSDyê nahêlin.
Bendava Tişrînê di navbera Minbic û Kobaniyê de ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Bendava Tişrînê elektrîka Kobanî, Minbic û gundên derdorê dabîn dike û 100 megawat elektrîk berhem tîne lê berê kapasîteya wê ya giştî 600 megawat e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse