Rêveberiya Xweser leşkeriyê difiroşe

14-01-2016
Mihyedîn Hisên
Nîşan Leşkeriya Zore Projeyasa Encumena Zagonsaz Leşkeriya Berdêl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê derbarê leşkeriya neçar de biryarek derxistiye, ku li gor wê biryarê kesên ku koçber bûne û vdigerin Rojavayê Kurdistanê û naxwazin tevlî leşkeriya neçar bibin gerek berdêlê bidin.

Encumena Zagonsaz a Rojavayê Kurdistanê di malpera xwe ya fermî de ragihandiyê, “projeyasaya leşkeriya bi zorê” ya rêveberiya xweser ku weke yasaya xweparastinê tê naskirin, dê roja Şemiyê ji aliyê Encumena Zagonsaz ve bê gotûbêjkirin.

Rêveberiya Xweser dixwaze berdêla leşkeriya bi zorê, ji kurdên li derveyî Rojavayê Kurdistanê bistîne.

Li gorî wê projeyasayê, xort û zilamên di navbera 18 û 40 salî de ku li derveyî Rojavayê Kurdistanê ne û dixwazin vegerin mala xwe, divê berdêla leşkeriya bi zorê bidin ku ji 1000 heta 5000 hezar dolaran e.

Her li gorî wê projeyasayê, ew berdêl, kurdên Rojavayê Kurdistanê ku li welatên derdor dimînin, li xwe nagire.

Di wê projeyasayê de herwiha destnîşankirin, kesê ku erkê xweparastinê bicî nekiribe û derbasî Rojavayê Kurdistanê bê kirin, divê ji bo nêzîktirîn bargeha leşkerî bê veguhestin ji bo ku erkê xwe bicî bike.

Xaleke din a wê projeyasayê ewe ku, di rewşa şer de, derengxistin ango tacîla leşkeriyê ji xwendekaran re namîne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst