Li Wan û Colemêrgê berf bariya û mij çêbû

13-12-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Colemêrg Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarên Li Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê berf barî û mij çêbû.

Li Wanê du roj in barana gur dibare, li deverên bilind jî berf dibare.

Li ser rêya Wan û Colemêrgê serê sibehê berfê dest pê kir û mij çêbû, şofêr ketin tengasiyê.

Li herêmê barîna berfê didome û ji bo tengasî çênebin ekîbên pêwendîdar li ser kar in.

Colemêrg

Li Colemêrgê ji duh ve bi navber berf dibare. Berfê li ser otomobîl, dar û baniyan girt.

Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên cih û warên bilind, dixebitin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî berfê navenda bajêr spî kir.

Welatiyê bi navê Husnu Yetîşmîş got ku berf îsal dereng bariya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst