Li Qersê qeza: Miriyek û 4 birîndar

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Qers Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê di qezaya trafîkê kesek mir û 4 kes birîndar bûn.

Li navenda bajêr otomobîla T.G. diajot û otomobîleke ku şofêrê eşkere nebûye li Xaçerêya Gara Trenê i hev qelibîn.

Kêliya qezayê di kameraya ewlehiyê de xuya kir.

Ajokarê navê wî eşkere nebû, ji cihê bûyerê baz da.

Her wiha ajokar T.G. û yên pê re G.E, F.E, A.G. û L.G. xedar birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, ekîbên tenduristiyê, îtfaiye û AFADê çûn cihê qezayê.

Birîndarên di otomobîlê de asê mabûn bi xebata ekîban hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyên bajêr.

Ji birîndaran G.E. li gel midaxeleyê nehat xilaskirin.

Eşkere bû, 4 kesên din ên di qezayê de birîndar bûne, xetereya jiyana wan didome.

Ji aliyekî din ve ji desteserkirina şofêrê reviyayî xebat hatin destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst