Efrîn - Şervanan operasyon kir: Kuştî û birîndar hene

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Efrîn Şervan Grûpên çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê di operasyoneke şervanên Kurd de çekdarekî girêdayî Tirkiyeyê hat kuştin û hinek çekdar jî birîndar bûn

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şervanên Kurd li gundê Kibêşînê yê Efrînê li hemberî grûpên çekdar operasyonek li dar xist.

SOHRê da zanîn ku di encama operasyonê çekdarekî HTŞyê hatiye kuştin û hinek çekdar jî birîndar bûne.

Her wiha li gorî SOHRê, 10ê Çiriya Pêşîn şervanekî Kurd di encam topbarana Artêşa Tirkiyeyê û grûpên girêdayî wê de canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst