Wan (Rûdaw)- 2yemîn Pêşangeha Gastronomiyê ya Wanê tê li darxistin. Navçeyên Wanê û bajarên nêzîkî Wanê li navenda bajêr gihane hev.
Mêvanên pêşangehê ji lidarxistina pêşangehê kêfxweş in û dibêjin: “Xwarinên Wanê xweş in.”
Di nava pêşengehê de kebabeke 65 metreyî hat biraştin.
Ji bo çêkirina kebabê 70 kîlo goşt hat amadekirin û ew kebab li xelkê hat belavkirin.
Di pêşengehê de gelek cûreyên xwarinê yên bajarê Wanê û navçeyên Wanê hatin nişandan
Xwediyê Xwaringeha Salîh Hosta Sadûn Işik eşkere kir ku wan kebabeke 65 metreyî biraştiye û li xelkê belav kiriye.
Sadûn Işik ji pêkhatina pêşangehê kêfxweş e û serkeftinê ji hemû dikandar û esnafên Wanê re dixwaze.
Li derveyî pêşangehê kebabeke 65 metreyî tê amadekirin û li salona pêşengehe jî helîse tê çêkirin.
Helîse wekî yek ji xwarinên Wanê ye û ji goştê mirîşkan, danê hêrayî û pîvazê pêk tê. Helîsê divê 6 seatan bê kelandin û nivîşk li ser bê gerandin.
“Bav û bapîran helîsê çêdikir”
Hostayê Helîseyê Sedat Yildirim Çakar li ser amadekirina helîseyê wiha got:
“90 sal beriya niha bab û bapîrên me Helîse çêkiriye. Di nav de danê şûştî û goştê mirîşkan heye.
Wê demê wekî niha nebû, tenûr hebûn û li ser tenûran hatiye amadekirin. Heta 4 rojan jî dihat xwarin.“
Berpirsên îdarî, nûnerên saziyên fermî û sivîl ên Wanê û navçeyên wê û aşpêj jî tevlî pêşangehê bûn.
Helîse çi ye û çawa tê çêkirin?
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 13, 2024
🍽️ Keledoş a kê ye? Wan an Colemêrg? pic.twitter.com/PVAU95topD
“Em gelekî kêfxweş in”
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Necdet Takva li ser pêşangehê wiha got:
“Me tevî Hevseroka Şaredariya Mezin a Wanê û Şaredarê Îpekyoluyê pêşengeha xwe vekir. Em niha jî li standan digerin û bi rastî jî em gelekî kêfxweş in. “
Serokê Odeya Pîşesazî Bazirganiyê ya Geverê Salîh Ozdemîr jî tevlî pêşangehê bû û wiha got:
“Me taybet cureyên penêr amade kirine, penêrekî me heye, navê wî ‘penîrê kezî ye’ me ew aniye û me penêrê bisîrik jî aniye.”
“Pêşangeh gelekî xweş e”
Xelkê tevlî vê pêşengehê dibin û wê ziyaret dikin li tahmên xwarinên Wanê û herêmên wê dinêrin.
Ferîda Altun kebaniya malê ye. Ferîdayê jî behsa xwarinên li pêşangehê kir û wiha berdewam kir:
“Gelekî sipehî ye. Gelekî cindî ye. Loma em hatin. Em hatin xwe fêrî tiştên nû bikin. Tiştê ku me nediye em bibînin. Em hatine devînê bixwin. Ev e devîn e.”
Saîd Durmuş jî dikandar e û wî jî seriyek li pêşangehê daye û li gorî wî divê her demê pêşangehên wisa li Wanê pêk werin.
Îsal 63 kompanya û sazî tevlî 2yemîn Pêşangeha Gastronomiyê ya Wanê bûn û mêvanê sereke yê pêşengehê jî bajarê Trabzonê bû pêşengeh dê heta 15ê vê mehê berdewam bike.
Kê kebabeke wiha xwariye❓
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 13, 2024
🍴 Li Wanê kebabeke 65 metreyî hat biraştin
📹Şewket Herkî/Rûdaw pic.twitter.com/zDjxsRs2eL
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse