Ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî

13-09-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Baran Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê da.

Pileya germahiyê jî dadikeve biniya asta asayî ya demsalê.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li gorî pêşbîniyan, îro dê li parêzgehên Amed, Agirî, Îdir, Wan, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê barana gur bibare.

Herwiha li bajarê Artvîn û devera Deryaya Reş yên Tirkiyeyê jî baran dibare.

Saziya Keşnasiyê hişyarî da welatiyên ku li wan bajaran dijîn, da ku ji bo egera lehî, ba, bahoz û pirsgirêkên trafîkê baldar bin û tedbîrên pêwîst wergrin.

Li parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî dê pileya germê di asta demsalê de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst