Li Wanê erdhej çêbû

13-07-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Çaldiran Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve erdhejek bi hêza 3.6 pile çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) îro 13ê Temuzê 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, li navçeya Çaldiranê ya Wanê erdhejek çêbû.

AFADê da zanîn ku erdhej di demjimêr 06:32an de û bi hêza 3.6 pile çêbûye û kûrahiya wê 8.42 kîlometre di bin erdê de bûye.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ku bandor li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir, heta niha bi hezaran erdhej û paşlerze li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çêbûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst