Li Amedê pevçûn: 2 kes birîndar bûn

13-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê di pevçûneke 2 grûpan de 2 kes birîndar bûn.

Şeva borî li taxa Kooperatîfan a Amedê ji ber sedemek nediyar di navbera 2 grûpan de nîqaş derket.

Piştî nîqaşê her du aliyan bi kêran êrişî hev kir.

Di pevçûnê de 2 kesên bi navên O.B. û Y.K. birîndar bûn.

Li ser agahdakirinê polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst