AMED - Ji bo aştiyê hatin ba hev: Kesek hat kuştin û 7 kes birîndar bûn

13-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Erxenî Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê navbera malbatên neyar ên ku ji bo aştiyê hatibûn ba hev pevçûna çekdarî derket.

Li navçeya Erxeniyê ya Amedê, duh di navbera zarokan de pevçûn derketibû û paşê jî malbatên wan tevlî wê pevçûnê bûbûn.

Kesên derdorê midaxeleyî pevçûnê kiribûn û nehiştibûn ku pevçûn mezin bibe.

Mixtarên hin taxên xwestin ku malbatan li hev bînin û ji ber vê jî malbat li Taxa Şîrînevlerê anîn ba hev.

Di vê navberê de di nav hin endamên malbatan de nîqaş derket û nîqaş veguherî pevçûna çekdarî.

Li gorî  zanyariyên destpêkê di encama pevçûnê de 8 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên derdorê.

Kesekî bi navê M.O yê 53 salî tevî midexaleyên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Herwiha birîna kesekî bi navê C.A jî dijwar e û metirsî li ser jiyanê wî heye.

Hêzêne ewlehiyê li taxê tedbîrên ewlehiyê hildan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst