Pêşmergeyên Roj: Medyaya nêzîkî PKKê dixwaze navê me qirêj bike

14-04-2020
RÛDAW
Nîşan Pêşmergeyên Roj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Giştî ya Leşkerê Roj ragihand, ku ti peywendiyan wan bi kesê bi navê ‘Şakir Ferman Boncuq’ ve nîne û medyaya PKKê dixwaze bi wî kesê navê Pêşmergeyên Roj qirêj derbixe.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî îro di kongreyeke çapemeniyê de li bajarê Bingazî ragihandiye, kesekî bi navê “Şakir Ferman Salih Boncuq” hatiye girtin, ku peywendiya wî bi hêzên ser bi Tirkiyê ve heye.

Fermandariya Giştî ya Leşkerê Roj bi daxuyaniyeke diyar kir, ku piştî belavbûna vê nûçeyê tê îdiakirin ku peywendiya wî kesî bi hêzên girêdayî Tirkiyê yên li Lîbyayê ve heye û medyaya nêzîkî PKKê jî ji xwe re derfet dîtiye û bi derew ragihandiye, ew kes pêştir di nav Pêşmergeyên Roj de bûye, lê ew nûçeyên medyaya nêzîkî PKKê dûrî rastiyê ne.

Fermandariya Giştî ya Leşkerê Roj red dike, ku ti pêwendiya kesê ku li Lîbyayê hatiye desteserkirin, bi hêzên Leşkerên Roj re hebe û radigihîne, hin aliyên ser bi PKKê ve hewla xirabkirina navê hêza wan didin.

Fermandariya Leşkerê Roj dibêje, “mebesta belavkirina nûçeyên bi vî rengî ji aliyê medyaya nêzîk PKKê ew e ku navê Pêşmergeyên Roj qirêj û lekdar bike.”

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Gelek portal û malper û torên civakî, nûçeya desteserkirina Şakir Ferman Boncuq ji aliyê desthilatdarên Lîbyayê ve belav kirine, ku ew kes şer ji bo hêzên kirêgirtî yên Tirkiyê kiriye, malperên ser bi PKKê ve jî derfet dîtine û belav kirine ku ew kesê navhatî pêşmergeyê hzên Leşkerê Roj e, wek hewldanekê ji bo xirabkirina navê pîroz ê vê hêzê, lewra me pêwîst dît ku hemû aliyan agahdar bikin bi vê zelalkirinê.”

Herwiha Fermandariya Pêşmergeyên Roj dide zanîn, ku Şakir Ferman Salih Boncuq di sala 2012an de ji Sûriyê ligel malbata xwe ji ber şer û pevçûna direve wek penaber direve Başûrê Kurdistanê, lê piştî demekê diçe Tirkiyê û her li wî welatî dimîne û ji hinge ve nevegeriyaye.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Kesê navbirî bi ti awayekê Pêşmerge nebûye di nava hêzên me de, ti peywendiyek di navbera wî û hêzên me de jî nîne, ne ji nêzîk û ne ji dûr ve. Ew kes sala 2012 tevî malbata xwe koçberî Herêma Kurdistanê bûye di dema şerê Sûriyê de, tevî bi dehan hezar penaberên din ên xelkê Sûriyê, yên ji hemû netew û olan, bi Kurd û Ereb û Mesîhî û htd, paşê ber bi welatê Tirkiyê ve çûye û li wê derê akincî bûye û nevegeriyaye Herêma Kurdistanê.”

Fermandariya Leşkerê Roj dibêje, ew rêzê ji her miletekê cîhanê digirin bi taybetê jî gelê Lîbyayê û tekez dike: “Em wek milletê Kurd rêzeke taybet li gelê Lîbyayê digirin û van hewlên kesên nefs biçûk şermezar dikin, ku bi hemû coran hewl didin, navê hêzên me bi hinek cihan ve girêbidin, ku bi ti awayekê, ti peywendiya me pê ve nîne.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de Fermandariya Giştî ya Leşkerê Roj dibêje: “Hêza Leşkerê Roj wek hêzeke Kurdistanî tê naskirin, û ji bo berevanîkirina li gel û axa pîroz a Kurdistanê li hember dijmin û terorîstan û her core terorekê hatiye damezrandin û pêş hemûyan jî li dijî terora rêxistina terorîstî ya DAIŞê, di heman demê de parastina aramî û ewlehiya Kurdistanê wek erkê xwe dibîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst