HDKê daxwaza zelalkirina bûyera radestkirina Mistefa Selîmî kir

13-04-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kurd HDK Mistefa Selîmî Rojhilatê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) di daxuyaniyekê de radestkirin û bidarvekirina girtiyê siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selîmî şermezar kir û pêşwazî li biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya pêkanîna komîteya lêkolînê kir.

HDK di vê daxuyaniya xwe de ku roja Yekşemê 12ê Nîsanê belav kiriye, dibêje: “Em radestkirin û bidarvekirina wî zindaniyê siyasî şermezar dikin û biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya pêkanîna komîteya lêkolînê û derxistina rastiyên vê bûyerê wek biryarekî yasayî û berpirsane dibînin.”

HDK herwiha dibêje: “Em hêvîdarin lidûvçûnên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û karê vê komîteya taybet di demeke herî nêzîk de bigihe encamê û encam bêne ragihandin û hemû alî ji rastiyên vê bûyerê bêne agahdarkirin.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de HDK tekez dike: “Bêguman ev bûyer û bandorên wê yên di çend rojên bihorî de, nabe wê yekê ji bîra me bibe ku sedema serekî ya vê bûyerê û tawanbarê yeke, Komara Îslamî ya Îranê ye ku ji hemû derfetan ji bo derblêdan li tevgera siyasî ya Kurd sûdê werdigire.”

Roja Şemî 11ê Nîsana 2020, girtiyekî siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê ku ji girtîgeha bajarê Seqizê reviyabû, ji aliyê hikûmeta Îranê ve hat bidarvekirin.

Li gor hin zanyariyên ku hatine belavkirin û herwiha daxuyaniyên endamên malbata wî, Mistefa Selîmî karîbû xwe bigihîne navçeya Pêncwênê li Başûrê Kurdistanê, lê belê ji aliyê Asayişa Pêncwênê ve hatibû desteserkirin û radestî hêzên Îranê hatibû kirin.

Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê têkildarî bûyerê daxuyaniyek belav kiriye û red kiriye, ku hêzên ser bi wan ve Mistefa Selîmî radestî Îranê kiribin. Di daxuyaniya Asayişa Silêmaniyê de hatibû gotin: “Ti datayek bi navê Mistefa Selîmî li nav tomarên berdest ên Asayişa Silêmaniyê û nişîngeh û deriyên sînorî li ber dest nînin û em ti kesan bi vî navî nas nakin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, ku ew agahdarî radestkirina Mistefa Selîmî nebûne.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil diyar kiribû, ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye têkildarî bûyera radestkirina wî girtiyê siyasî yê Kurd komîteyek ji bo lêkolînê were pêkanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst