Rêya Wan-Miksê 45 roj in girtî ye

13-02-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Miks Berf Aşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya di navbera parêzgeha Wan û navçeya Miksê de ku berî 45 rojan ji ber berfê hatibû girtin heta niha nehatiye vekirin.

Piştî aşûta 4-5ê Sibata 2020î ku 42 kesan canê xwe ji dest dabû, rêya Wan û Miksê her sal di demsala zivistanê de ji hatûçûnê re tê girtin.

Îsal jî dawiya meha Kanûna Peşîna 2023yan rêya Wan û Miksê ji ber berfê hatibû girtin û ji ber metirsiya aşûtê xebatên vekirinê nehatibûn destpêkirin.

Piştî kêmbûna barîna berfê tîmên Rêveberiya Herêmê ya Rêyên Bejahiyê, dest bi xebatên vekirina rêya Wan û Miksê kir.

Xebatên tîman ên ji bo vekirina rêyê li Geliyê Qerebatê berdewam dikin ku bilindahiya wî 2 hezar û 985 metre ye.

Li herêmê li hin cihan bilindahiya berfê 2 metre ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst