Serokê CHPyê ye Rihayê ji Rûdawê re eşkere kir: CHP dê piştgiriyê bide DEM Partiyê?

13-02-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan DEM Partî CHP Riha Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hevdîtinên CHP û DEM Partiyê berdewam dikin.

Her du partiyan jî heta niha berbijêrên xwe eşkere nekirine.

Partiya Komarî ya Gel (CHP), ji bo hilbijartinên 31ê Adarê li gelek bajaran berbijêrên xwe eşkere kirin.

CHPyê ji bilî Rihayê, berbijêrên hemû şaraderiyên bajarên mezin destnîşan kirine.

Di medya Tirkiyeyê de hat îdiakirin ku dê CHP û Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li Rihaya bi hev re tifaqê bikin.

"Dê heta 20ê Sibatê diyar bibe"

Serokê Şaxa CHPyê ya Rihayê Ferhat Karadag derbarê mijarê de ji Rûdawê re got:

“Hevdîtin ji aliyê Navenda Giştî ve tên birêvebirin. Em jî dê pêbendê biryara Navenda Giştî bin.

Lê heta niha biryarek bo destnîşankirina berbijêr nehatiye dayîn.

Biryara derxistina berbijêr an tifaqê dê heta 20ê Sibatê diyar bibe.”

Heta niha her du aliyan jî li ser mijara “tifaqa li Rihayê” ti daxuyaniyeke fermî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst