Nûnerê Serok Barzanî li Rojavayê Kurdistanê ye

6 demjimêr berê
Nîşan Nûnerê Serok Barzanî Rojavayê Kurdistanê Ebdulhemîd Derbendî Mezlûm Ebdî ENKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Serok Barzanî dê li Rojavayê Kurdistanê bi ENKS û Mezlûm Ebdî re bicive.

Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Ebdulhemîd Derbendî dê îro Rojavayê Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re bicive.

Çavkaniyeke taybet a ku nexwest navê wê were eşkerekirin ji Rûdawê re ragihand ku Ebdulhemîd Derbendî dê pêşî li Hisîçayê bi Mezlûm Ebdî re bicive.

Li gorî heman çavkaniyê, Ebdulhemîd Derbendî dê pişt re jî li Qamişloyê bi ENKSyê re bicive.

Vê dema ku çarenivîsa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diguhere hewlên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê yên ji bo yekrêziyê jî zêde bûne.

Divê were gotin ku Serok Barzanî 8ê vê mehê li Pîrmamê bi şandeya ENSKyê re civiyabû.

Şandeya ENKSyê ji Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso, Feysel Yûsif, Fesla Yûsif û Nîmet Dawûd pêk hatibû.

Baregeha Barzanî dabû zanîn ku Serok Barzanî di civînê bal kişandiye ser girîngiya yekrêziya Kurdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst