Piştî Civîna Ewlehiyê ya Tirkiyeyê daxuyanî hat dayîn

13-01-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Civîna Ewlehiyê ya Tirkiyeyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ya bi serokatiya serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan hat lidarxistin.

Piştî kuştina 9 leşkerên Tirkiyeyê ji aliyê PKKyê ve ew civîn li Stenbolê hat kirin.

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wazîrê Karên Navxwe Alî Yerlikaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serfermandarê Giştî yê Tirkiyeyê Metin Gurak û Serokê Îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin beşdarî civînê bûn.

Piştî civînê, derbarê naveroka wê de ji Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê ve daxuyaniyek hat dayîn.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de êrişa PKKyê û pêngavên ku li dijî PKKyê bên tên avêtin hatin axaftin.

Hat ragihandin ku di operasyonên ku piştî êrişê hatine destpêkirin de li Başûrê Kurdistanê 36 gerîla û Rojavayê Kurdistanê jî 9 kesan canê xwe ji dest da.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê  got, "Tirkiye bi kîjan hincet û sedemê dibe bila bibe dê bi tu awayî destûrê nede ku li seranserê sînorên başûr 'terorîstan'ek bê avakirin"

Di civîna ewlehiyê de hat ragihandin ku operasyon û êrişên Tirkiyeyê tê berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst