Li Erzingan û Erdexanê berf bandoreke nerênî li jiyanê dike

13-01-2022
RÛDAW
Nîşan Berf Qeşa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzingan û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berf, qeşa û mij û moranê di trafîkê de pirsgirêk derdikevin û çûnûhatin zehmet dibe.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê berfa zêde û serma bandoreke nerênî li jiyanê dike. Li rêya Erzingan-Sêwasê û Erzingan-Gumuşhaneyê ji ber berfa zêde di trafîkê de astengî çêdibin.

Ji ber berfa zêde, qeşa û kombûna avê li ser rêyan gelek bûyerên trafîkê çêbûn û gelek barhilgir asê man. Tîmên rêyên bejahî û polîs, ji bo trafîk raneweste û paqijkirina rêyan li ser kar û xebatên xwe berdewam in.

Li parêzgeha Erdexanê jî, ji ber berf û mij û pûkê trafîk piraniya caran radiweste. Rêya Mozeretê ya diçe Deriyê Gumrikê yê Çildir-Akaşê bo barhilgiran hat girtin. Li rê trafîk bi kontrol birêve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst