PWK: Fatih Altaylî heqaretên ji hedê xwe zêde li Şêx Seîd kirin

12-12-2023
RÛDAW
Nîşan PWK Şêx Seîd Fatih Altaylî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameger Fatîh Altayli heqaretên giran ên di asta çêran de li Şêx Seîd kirin.

Partiya Weletparêzên Kurdistanê (PWK) li hemberî heqaretên Altaylî nerazîbûna xwe nîşan da û got, “Fatih Altaylî heqaretên ji hedê xwe zêde li Şêx Seîd kir.”

Piştî êrîş û heqaretên ku Partîya Komunîst a Tirkîyeyê(TKP), Tevgera Komunîst a Tirkîyeyê (TKH), Serokê  Partiya Zaferê Umît Ozdag û hinek  kes û aliyên din ên biribûn ser Rêberê Kurd Şêx Seîd, Fatîh Altayli jî beşdarî wê karwanê bû.

Fatîh Altayli di bernameya xwe ya televîzyonê de ji ber ku navê Şêx Seîd li Amedê li kolanekê hatiye kirin nerazîbûn nîşan da û heqaretên gelekî giran li Şêx Seîd kirin.

Altaylî îdia kir ku Şêx Seîd “Bi Îngilîzan re hevkarî kiriye” û heqaretên giran ên di asta çêran de lê kirin.

“Şêx Seîd rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd e”

Li ser vê yekê, PWKyê jî bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand:

“Şêx Seîd rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd e. Her heqareteke ku li Şêx Seîd tê kirin, di eslê xwe de li miletê Kurd tê kirin.”

PWKyê Fatîh Altayli şermezar kir û got:

“Ji ber wan heqaretên ku li rêberê miletê Kurd Şêx Seîd kirine, em Fatîh Altayli û hemû  kes û aliyên çepgir an rastgir ên ku berdewamiya Îttîhad Terakkî ne, şowenîst, nîjadperest û dijminên miletê Kurd in, protesto û şermezar dikin.

Em piştgirîya wê doza ku Baroya Amedê li dijê Fatih Altaylî vekirîye dikin.”

“Cihê gorên rêberên Kurd eşkere bikin”

PWKyê herwiha bangî rayedaran Tirkiyeyê kir da ku cîhê mezelên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Seîdê Nûrsî û hemû kesayetên ku cîhê mezelên wan ne diyar in eşkere bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst