Malbata Şenyaşar weke di bîreke tarî de li edaletê digere

12-12-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyeşar berdewam e
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyeşar berdewam e
Nîşan Malbata Şenyaşar Riha Emîne Şenyaşar Ferit Şenyaşar
A+ A-

Riha (Rûdaw) - Nobeta Edaletê ango dadweriyê yaa Emîne Şenşayar û kure wê Ferît Şenyaşar li ber dadgeha Rihayê berdewam dike. Tendurustiya Emîn Şenşayar jî ne baş e û bi ser de jî ew gelek caran li ber deriyê dadgehê rastî êrîşa polîsan hatiye, binçav kirine, sivkatî pê kirine, lê ew ji a xwe nehatiye xwarê.

Nobeta dadweriyê ya Emîne Şenşayar û kure wê Ferît Şenyaşar zêdeyî 640 rojan e ku li ber dadgeha Rihayê berdewam dike. Emîne Şenyaşar ku tevî gelek nexweşiyên xwe li pêşiya dadgehê bi dehan car hatiye desteserkirin û heqaret lê hatine kirin bi çavên girî banga edelatê dike da him tawanbarên komkujiyê ku bi serê wan de hatiye bêne cezakirin û him jî kurê wê yê ku 4 sal in hatiye zindanîkirin bê berdan.

Doza ku li ser komkujiê hatiye vekirin jî ji ber sedemên ne diyar nameşe û tevî ku bi dehan kesan êrîşî malbatê kiribû tenê kesek girtî ye. Malbat bêçare û bi kerb hewl didin dengê xwe bigihînin edaletê.

Emîne Şenşayar haziriya xwe ya serê sibehê dike. Haziriyeke ku bi sedan roj in dubare dibe. Dayîka 65 salî tevî tekane kurê xwe yê ku li cem maye Ferit careke din dikeve rê da here di bîreke tarî de li edaletê bigere. Dayîka ku li Sirûcê niştecî ye her roj rêya Rihayê li dû xwe dihêle weke ku her şefaq here dewamê hewl dide dengê xwe bigihîne alem û cîhanê. 

Emîne Şenşayar dibêje: “Em çûne Stenbol, Diyarbekir, Entabê û gelek bajarên din û ketine li pey şopa edaletê. Lê edaleta vê hikûmetê nîne.”

Malbata Şenyaşar di Hezîrana 2018an de rastî êrîşeke bi çek a malbat û eşîra Xelîl Îbrahîm Yildiz  ê parlementerê AK Partiyê hatibû. Hecî Evsted Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal birîndar bibûn. Piştî ku ew rakiribûn nexweşxaneyê jî heman eşîrê avêtibûn ser nexweşxaneyê û hersê kuştibûn. Emîne Şenyaşar û Kurê wê Ferît jî him ji bo ku tawanbar bên cezakirin û him cî kurê wê yê ku bi birîndarî hatibû zindanîkirin û ceza lê hatibû birîn bê berdan, zêdeyî du salan li ber dadgeha Rihayê çalakiya dadweriyê dimeşînin.

Ferît Şenyaşar jî got: “Li nexweşxaneyê 3 mirovên me li ber çavên doktor û hêzên emnî ve hatin kuştin. Me gor edelat dê were cîbicîkirin û çi pêwîst be dewlet dê bike, lê li hemberî ev komkujiya li dijî me pêk hatiye, ji ber ku ji aliyê parlamenter ve hat kirin, edalet nehat bikaranîn. Heta edalet pêk neyê em dê li ser rêya xwe berdewam bin.”

Tevî ku gelek nexweşî pê re hene û divê ji çav û çokên xwe ve neştergeriyê bibîne jî dayika Emîne heta êvarê li hewl dide dadwer û dozger bibîne, lê heta niha tenê polîs bûne mihatabê wan. Lewra bi dehan car lêdan xwarin, ji ber dadgehê hatin qewirandin û bi dehan car jî hatin destgîrkirin. Lê ne doza kuştina hevjîn û kurên wê bi rêkûpêk birêve diçe, ne jî kurê wê yê girtî tê berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst