Rêveberiya Xweser 30 zarokên malbatên DAIŞî radestî Rûsyayê kir

12-11-2020
RÛDAW
Temenê wan zarokan di navbera 2 heta 14 salan de ye
Temenê wan zarokan di navbera 2 heta 14 salan de ye
Nîşan Rêveberiya Xweser Zarok DAIŞ Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 30 zarokên çekdarên DAIŞê radesttî şandeke Rûsî kir.

Ew zarokên ku temenê wan di navbera 2 heta 14 salan de ye, ji aliyê Ofîsa Mafê Zarokan a Girêdayî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve hatin wergirtin.

Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Dr. Ebdulkerîm Omer di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, weke erkekî însanî ew berdewam ji bo derxistina zarokan ji kampan û gihandina wan bo welatên wan dibin alîkar.

Dr. Ebdulkerîm Omer amaje bi wê kir, “Îro em dê 30 zarokên sêwî yên malbatên rêxistina terorîst ya DAIŞê radestî Rûsyayê bikin.”

Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser tekez dike, “Em berdewam ji bo van erkên mirovî bi erênî dibin alîkar, ji ber ku ti gunehekî zarokan tune ye, ji ber ku em bawer in jî ku cihê van zarokan ne li kampan e. Divê ew li cihekî aram bijîn.”

Herwiha Omer amaje bi rewşa nav kampan jî kir û got, “Mayina zarokan li nav atmosfera terorîst, wê nifşekî radîkal û nû ji terorîstan rabe, wê ji DAIŞên niha xirabtir bin û mejiyê wan were şuştin. Lewma em bi van erkên mirovî re dibin alîkar.”

Li aliyê din Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ragihand, ji bo radestkirina zarokan ji Kampa Holê divê pêwendî bi Hikûmeta Sûriyê re bê kirin.

Feysel Miqdad di dema pêşwazîkirina Komîsyara Mafê Mirovan a Rûsyayê Aana Koznî-Tisova ragihand, ew kêfxweş in derbarê derxistina zarokên Rûsî ji Kampa Holê û got, ev yek bi hemahengiya li gel Hikûmeta Şamê hate kirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê got, gelek welatên Rojavayî ji bo derxistina welatiyên xwe ji Kampa Holê hemahengî li gel “milîsên cudaxwaz dikin” û bi gotina ev jî li dijî yasaya navdewletî ye.

Herwiha Miqdad da zanîn, her welatek bixwaze welatiyên xwe ji Kampa Holê derxîne divê hemahengî li gel Hikûmeta Sûriyê bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst