Sadiq Zîba Kelam: Îran welatê herî nêzîkî Herêma Kurdistanê ye

17 demjimêr berê
RÛDAW
Dîmenên hevdîtina Pizîşkiyan bi Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re \ Wêne vîdeo: Rûdaw
Dîmenên hevdîtina Pizîşkiyan bi Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re \ Wêne vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Serok Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Mehabad Sine Tehran Hewlêr Îraq Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şîrovekarê siyasî yê Îranî Sadiq Zîba Kelam diyar kir ku welatê herî nêzîkî Herêma Kurdistanê, Komara Îslamî ya Îranê ye.

 Sadiq Zîba Kelam li ser polîtîkaya Pizîşkiyan a li hemberî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê got, “Divê li Mehabad, Sine û bajarên mezin ên Kurdan û Îranê dibistanên Kurdî hebin.”

Karvedanên serdana Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ê Îraq û Herêma Kurdistanê berdewam dikin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh çû Bexdaya paytexta Îraqê û bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Mesûd Pizîşkiyan vê sibehê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Pizîşkiyan destpêkê li Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî û Kabîneyê re civiya.

Serokkomarê Îranê paşê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.

Serokkomarê Îranê piştî hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê derbasî Silêmaniyê bû û ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Nivîskar û şîrovekarê naskirî yê Îranî Sadiq Zîba Kelam li ser serdana Mesûd Pizîşkiyan ji Rûdawê re axivî.

“Hêvî dikim pêwendiyên Hewlêr û Tehranê dostane bin”

Sadiq Zîba Kelam behsa pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê kir û got:

"Ev 20 sal in daxwaza min ew bû ku pêwendiyên Hewlêr û Tehranê di warê aborî, civakî, siyasî de bihêztir bibin.

Ji aliyê dîrokî ve ji bilî Îranê hûn nikarin welatekî nêzîkî Herêma Kurdistanê bibînin.

Îran nêzîkî Kurdên Îraqê ye, Îran ji Îraq, Tirkiye, Amerîka û Îsraîlê bêhtir nêzîkî Kurdan e lewma pêwendiyên dîrokî di navbera Kurdên Îraqê û Îranê de hene.

Mixabin berê pêwendiyên Tehranê û Hewlêrê gelekî baş û dostane nebûn.

Hêvî dikim pêwendiyên wan dostane bin û pêwendiyên bihêztir û dostane di navbera Hewlêr û Tehranê de pêk werin.”

Ez hêvî dikim serokkomarê nû yê Îranê bi hevkariya serkirdeyên Kurd, birêz Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî û serkirdeyên din ên Kurd paşerojeke gelekî baştir ji bo pêwendiyên Tehran û Hewlêrê durist bike.”

“Bihêzbûna pêwendiyên Tehran Hewlêrê dê aramiyê bîne herêmê”

Sadiq Zîba Kelam, behsa girîngiya pêwendiyên Îranê û Herêma Kurdistanê jî kir û anî ziman:

“Diyar e ku germtir û nêzîktirbûna pêwendiyên Hewlêr û Tehranê dê bibe sedema aştî, aramî û geşepêdana aborî ya li herêmê.

Hevahengiya di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de hem ji bo Îranê û hem jî ji bo Îraqê wekî welat û Herêma Kurdistana Îraqê baş be.

Tişta ku ez dixwazim bibêjim ew e ku pêwendiyên baş ên Tehran û Hewlêrê ne tenê bi kêrî Hewlêr û Herêma Kurdistanê tên dê bi kêrî Îranê jî werin.

Wekî mînak Îran dikare xwe ji ambargoyan dûr bixe û hinardekirina xwe li Îraqê zêde bike.

Kompanyayên mezin ên Îranî dikarin derbasî Herêma Kurdistanê bibin û di projeyên sermayeguzarî û geşepêdanê de bixebitin.”

“Pizîşkiyan bi axaftina Kurdî peyam da Îraqê”

Sadiq Zîba Kelam li ser axaftina Kurdî ya Mesûd Pizîşkiyan jî da zanîn:

"Bi baweriya min ev yek nîşan dide ku Pizîşkiyan dixwaze pêwendiyên gelê Îranê û Kurdan îsbat bike.

Pizîşkiyan nexwest tenê peyamê bide Kurdên Îranê, xwest peyamê bide Îraqê jî.

Nîşan da ku Kurdistana Îraqê ji bo Îranê pir girîng e.”

Hûn jî dizanin berê ji ber hebûna penaberên Kurd ên li Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Tehranê ne zêde dostane bûn.

Îranê çendîn caran nerazîbûn nîşanî Hewlêrê da ku nehêle Kurdên Îranê nêzîkî sînorên wê bibin.

Çend roj beriya ku Mesûd Pizîşkiyan biçe Îraqê, berpirsên Hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji penaberên Kurd kiribûn ku xwe ji sînorên Îranê dûr bixin. Ev nîşaneyek e pir baş û alîkar bû."

“Divê dibistanên Kurdî li Mehabad û Sineyê hebin”

Sadiq Zîba Kelam behsa polîtîkayên navxweyî yên Pizîşjiyan jî kir û got:

"Girîngtirîn xwenîşandana Kurdên Îranê di serdema Şoreşa Îslamî ya Îranê de bû yanî beriya 46 salan bû.

Desthilat û hikûmeta Tehranê rê nadin ku siyasetmedar û kesên navdar ên Kurd parêzgehên Kurdistanê bi rê ve bibin.

Ez wisa difikirim ku ev nerazîbûneke asayî bû.

Birêz Pîzîşkiyan bi tayînkirina siyasetmedarekî Kurd di kabîneya xwe de nîşan da ku hikûmeta wî hewl dide di têkiliyên bi Kurdan re derbasî serdemeke nû bibe.

Li gorî destûra Komara Îslamî ya Îranê, li Îranê perwerdeya bi zimanê dayikê hatiye qebûlkirin.

Ez ti sedemekê nabînim ku li Mehabad, Sine û bajarên din ên mezin ên Kurdan û Îranê dibistanên Kurdî tune bin.

Divê dibistanên Kurdî hebin. Wê demê, wê li ser Kurdan bimîne ku ew zarokên xwe bişînin dibistanên Farisî an jî Kurdî.

Mafê Kurdan e dê ew biryarê bidin ku zarokên xwe bişînin dibistanên Farisî yan jî Kurdî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst