Daxuyaniya YSPê li ser 15 rojnamevanên Kurd ên 13 meh in di girtîgehê de ne

12-07-2023
RÛDAW
Nîşan Partiya Çepên Kesk (YSP) Kurd Amed Rojnamevanên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk (YSP) Çigdem Kiliçgun Uçar ragihand ku li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 15 rojnamevan ji ber nivîsîna rastiyan 13 meh in hatine girtin û got: “Pêdiviya vê civakê bi ragihandina bêalî heye. Em hêvî dikin kedkarên ragihandina azad ku ne alîgir in, alîgirî red kirine, ji rastiyan tawîz nedane û hewil didin bibin dengê tiştên nehatine dîtîn û bihîstin di demek herî kurt de bigihin azadî û pîşeya xwe.”

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk (YSP) Çigdem Kiliçgun Uçar roja Sêşemê 11ê Temûza 2023an di civîna heftane ya grûba partiya xwe de derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Uçar di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa 15 rojnamevanên girtî yên parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ku her roja Sêşemê rûniştina doza wan hat kirin û got: “Îro li Amedê doza 15 kedkarên ragihandinê tê kirin ku ev derdora 13 meh in girtî ne. Em hêvî dikin kedkarên ragihandina azad ku ne alîgir in, alîgirî red kirine, ji rastiyan tawîz nedane û hewil didin bibin dengê tiştên nehatine dîtîn û bihîstin di demek herî kurt de bigihin azadî û pîşeya xwe.”

Çigdem Kiliçgun Uçar  got: “Pêdiviya vê civakê bi ragihandina nealîgir heye. Hevalên me yên kedkarên ragihandinê ji ber ku rastî nivîsîne ev 13 meh in di girtîgehê de ne. Em bawer in ku hevalên me dê di dozê de bi dirêjî diyar bikin ku ka rojnamevanî karek çawa ye û ev pîşe ne tawan e. Egerek mezin jî dê wek ku pêdivî ye bên berdan.”

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 8ê Hezîrana 2022an polîsan bi ser hejmarek malan de girtibûn û di encama operasyonê de 20 ji wan rojnamevan 22 kes hatibûn desteserkirin. Herwiha 16 ji wan bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Rêvebera JINNEWSê Safiye Alagaş 15ê Hezîranê hatibû berdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst