AMED – 6 siyasetmedar hatin girtin: Ahmet Kaya jî di nav wan de ye

12-06-2024
Nîşan Amed Siyasetmedar Kurd Ahmet Kaya PÎA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 6 siyasetmedarên Kurd ên ku roja 8ê Hezîranê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatibûn desteserkirin bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li Amedê 8ê Hezîranê Hevserokê berê yê Şaredariya Erxeniyê û Hevserokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, alîkarên berê yên Şaredariya Erxeniyê Gulistan Polat, Esverî Malkoç û Cavîdan Yaman, Ramazan Kartalmiş û Fesîh Yalçin ji ber çalakî û daxuyaniyên di navbera 2014-2019an de bi hinceta “endamtiya PKKyê” hatibûn deseteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê doh piştî karên îfadewergirtinê her 6 siyasetmedarên Kurd şandin Dadgeha Amedê.

Dadgeha Amedê bi hinceta “endamtiya PKKyê” derbarê 6 kesan de biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.

Li gor îdiaya dadgehê, siyasetmedarên Kurd “li ser daxwaza PKKyê çalakî kirine û daxuyanî dane medyayê.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst