Serok Barzanî: Ji bo me Herêma Kurdistanê ne tenê xeta sor e, di heman demê de xeta mirinê ye

12-06-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Projeyasaya Budceya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser pesendkirina budce û rewşa siyasî ya Iraqê peyamek belav kir û got, “Em li hember her cure hewl û destdirêjî ji bo têkdana Herêma Kurdistanê bi tundî radiwestin” her wiha anî ziman, “Ji bo me Herêma Kurdistanê ne tenê xeta sor e, di heman demê de xeta mirinê ye û yan Kurdistan yan jî neman e.”

Serok Barzanî got, “Ji bo ji holê rakirina pirsgirêkan di navbera partiyên pêkhateyên koalîsyona rêveberiya dewletê de diyalog û rêkeftinên avaker hebûn. Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi derencam û rêfeftina gelekî baş, ji bo çareserkirina pirsgirêkan û hemû alî xizmeta aramiya welat û jiyana xelkê bikin lihev kiribûn lê mixabin hin aliyên siyasî bi nefeseke înkarane û neberpirsane bi rêya destkariya bendên projeyasaya budceyê xwestin ku ti wateyek ji hebûna desthilatdariya Herêma Kurdistanê re nemîne lê ew hewla neberpirsane bi ser neket û hat pûçkirin.”

Serok Barzanî di peyama xwe de her wiha anî ziman, “Bûyerên çend rojên borî yên Parlamentoya Iraqê, rûyê rastî yê partiyên şovenîst û firoşkaran û hemû aliyên ku rêzê li soz û îmzeyên xwe digirin û rêzê li binemayên destûrê nagirin, eşkere kir.”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got, “Em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê milkê gelê Kurdistanê û berhema xwîn û têkoşîna gelê Kurdistanê ye. Em li hember her cure hewl û destdirêjî ji bo têkdana Herêma Kurdistanê bi tundî radiwestin. Herêma Kurdistanê ji bo me ne tenê xeta sor e, di heman demê de xeta mirinê û yan Kurdistan yan nemanê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst