KCD: Nexşeya Kurdistanê ya hemû Kurdan e

12-03-2021
RÛDAW
KCD: Nexşeya Kurdistanê ya hemû Kurdan e
KCD: Nexşeya Kurdistanê ya hemû Kurdan e
Nîşan Berdan Ozturk KCD Nexşeya Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê KCDê û Parlamenterê HDPê, Berdan Osturk di derbarê nexşeya Kurdistanê ya li ser pûlê ku li Hewlêrê hatibû nîşandan Osturk got “Wek Kongreya Civaka Kurdistanê (KDC) li kê derê dibe bila bibe nexşên me, nirxên me ne û me nirxên gelê Kurd û Kurdistan me hertim parastiye û em ê dîsa jî biparêzin.”

Hevserokê KCDê û Parlamenterê HDPê, Berdan Osturk bertekên ku ji aliyê Tirkiyê ve bo nexşeya Kurdistanê ya ku li ser pûlên ku li Hewlêrê hatibû nîşandan ji peyamêrê Rûdawê Maşallah Dekak re nirxand.

Hevserokê KCDê û Parlamenterê HDPê, Berdan Osturk ji Rûdaw re ragihand, ku nexşeya Kurdistanê ya ku li ser pûlê ku li Hewlêrê hatibû nîşandan, yê hemû kurdane, û ew gotinên xerab yên li hember Mesûd Barzanî têne kirin, ew qebûl nakin.

Hevserokê KCDê di destpêkê de Newroza gelê Kurd pîroz kir û got “Demeke dirêj ê me vê yekê anî ziman, erdnîgariya ku em li serê jiyan dikin, navê vê erdnîgariyê Kurdistan ê. Ev ne tişteke ku nû hatiye keşfkirin. 5 hezar sal in em li ser vê erdnîgariyê jiyan dikin. Ji ber wê yekê ew nexşeya ku ji bo papa hatiye amadekirin, wek semboleke erdnîgariya Kurdistanê û Mezopotamyayê nîşan dike. 

Lê belê bertekên wan careke din tişkek zelal kir. Îro Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat dibe bila bibe, dijminatiya wan dijminatiya gelê Kurd e, nirxên gelê Kurd e, dijminatiya wan, erdnîgariya ku gelê Kurd li serê jiyan dike ye.”

Ozturk rexne li helwesta Tirkiyê kir û wiha berdewam kir”Hertim dibêjin em rêveberî û partiyên Başûr re dost in lêbelê dema ku em li hember wan têkoşînê dimeşînin dewletên dagirker bi taybetî jî Tirkiye, hikûmeta AKP û MHP ya faşîst a desthilatdar ji semboleke gelê Kurd û Kurdistanê, destkeftî û statuya gelê Kurd re tehamula wan tune. Ji bo Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava jî yek e.”

Di derbarê xwedî derketina nexşeyê de Osturk got “Wek Kongreya Civaka Kurdistanê (KCD) li kê derê dibe bila bibe nexşeyên me, nirxên me ne û me nirxên gelê Kurd û Kurdistan hertim parastiye û em ê dîsa jî biparêzin.”

Li ser nerazîbûna li hemberî bersiva Meral Daniş Beştaş Osturk dibêje “Muhatabê pirs û bersivê Meral Daniş Beştaş nîne. Gotin û pirsek hebe muhatabê vê yekê wek KCDê em in.”      

Herwiha Osturk tekez kir û got “Îro ev ne pirsgirêka Mesûd Barzanî ye. Îro ew jî rêberekî gelê Kurd e. Eger îro ji wî re jî nerazîbûnek, heqaretek bê kirin li Bakurê Kurdistanê wek KCD em vê yekê tu carî qebul nakin. Ev heqareta ku di şêxsê Mesûd Barzanî tê kirin, ji gelê Kurd re tê kirin Herwiha Ocalan jî ji 1999an vir de di bin tecrîtê de ye, ji şexsê wî re jî çi heqaret were kirin, em vê jî qebûl nakin. Li herçar parçeyan li kîjan rêberî jî dibe bila bibe, em vê yekê qebûl nakin. Em wek heqareta ku li gelê me re hatiye kirin dibînin.”

Osturk helwesta çapemeniya Tirkiyê şermezar kir û got “Çapemeniya Tirkan careke din ruyê xwe yê rast nîşan kir, heqaretên herî mezin kirin, em wan jî şermezar dikin. Sembolekî tehamul nakin, ew ê çewa statu û îrada gelê Kurd qebûl bikin.”

Papa Francis di çarçoveya serdeana Iraq û Herema Kurdistanê de, di 7ê Adarê de hatibû Hewlêrê.  Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê ji bîranîna seredana Papa ya Kurdistanê 6 nimûneyên pûlên cuda hatibûn amadekirin.

Li ser yek ji wan pûlan jî nexşeya Kurdistanê ya beriya peymana Lozanê cih digirt ku bû sedema bertekên Tirkiyê.

Ji ber vê yekê Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kiribû û tê de vê yekê wek xeletiyek dibîne û ji Herema Kurdistanê di derbarê mijarê de daxuyaniyek xwestibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst