Hawar û gaziya xelkê Cindirêsê: Em tenê mane, tenê hêviya me bi xwedê heye

12-02-2023
Horvan Rifet
Nêzîkî 1110 avahî û mal li Cindirêsê di encama erdhejê de zirar dîtine, 250 ji wan bi erdê re bûne yek.
Nêzîkî 1110 avahî û mal li Cindirêsê di encama erdhejê de zirar dîtine, 250 ji wan bi erdê re bûne yek.
Nîşan Erdhej Cindirês Efrîn Rojava
A+ A-

Cindirêsa Efrînê (Rûdaw) - Bajarokê Cindirêsê yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê piştî erdheja roja Duşemê 6ê Sibatê dişibe bajarokekî piştî şer, li vî bajarokî avahî hene ku di bin wan de 25 kes mirine û yên sax mane jî ji ber kêmbûna alîkariyên mirovahî diqêrînin.

Di encama erdhejê de nêzîkî hezar û 110 avahî û xanî li Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê bi temamî ziyan dîtine, ji wan 250 avahî û xanî hilweşiyane û bi erdê re bûne yek.

Hisên Bekir welatiyekî xelkê Cindirêsê ye û mala wî li taxa 20emîn a Bakur e li wî bajarokî. Di erdhejê de otomobîl û mala xwe ji dest dane, lê ew û zarokên xwe rizgar bûne.

Hisên Bekir ji peyamnêrê Rûdawê yê li Cindirêsê Horvan Rifat re behsa dema erdhejê kir û got: “Dema erdhej hat, em pê hesiyan, min zarokên xwe rakirin û derketim derve, em hatin hewşê, em hemû di nav tozê de man, erebeya min li vir bû û di bin kerpîç û keviran de mabû, rewşa me ev e. Ev avahî çar qatî bû, 20-25 kes tê de mirin, 3-4 kes jî bi birîndarî hatin rizgarkirin.”

Amînaya 60 salî jî nişteciha Cindirêsê ye û dibêje, mala wan wêran bûye û ew perîşan û bê mal û hal mane û tekez dike, ti kes neçû hawara wan û Cindirêsê.

Amîna ji Rûdawê re behsa dema erdhejê kir û got: “Destpêkê ez li kolanê rûniştibûm. Em 2-3 rojan li mala cîranê xwe razan. Mala me gitş teqiyaye. teqandine. Tenê Xwedayê me heye. Em tenê bi Xwedê hêvî dikin.”

Reşîd Mihemed ê 13 salî jî ku tevî malbata xwe ji erdhejê rizgar bûye ji Rûdawê re ragihand: “Hemû cîranên me mirin, yê li pişt me mir, malbatek ji 20 kesan pêk dihat, 10 kes mirin, mala cîranê me li vir 10 kes mirin, 7-8 ji wan zarok bûn, Gelek kes alîkariyê ji Cindirêsê re dişînin, lê belav nakin, gişt didizin, nizanim, nadin me. Du-sê wêneyan dikişînin û direvin, wêneyan dikişînin û direvin.”

Di heftemîn roja erdhejê de, tenê li bajarokê Cindirêsê termên 520 kesan ji bin xirbeyan hatine derxistin û bi sedan kesên din jî winda ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst