Nêçîrvan Barzanî tevlî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Bexda Hewlêr Herêma Kurdistanê Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îşev çû Bexdayê û beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû.

Civîn bi beşdariya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanî û Serokê Parlamentoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî pêk hat.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

“Em hêvî dikin hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibin”

Di daxuyaniyê de amaje bi naveroka civînê hat kirin û wiha hat gotin:

“Nêçîrvan Barzanî tekeziya parastina maf û mercên yasayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê kir û pesnê rola Serokwezîr Sûdanî da ku di sala borî de ji bo têgihiştina di navbera Hewlêr û Bexdayê de kar kiriye û hêvî xwest ku hemû mijar bi rêya gotûbêjan werin çareserkirin.”

Hat eşkerekirin ku sibe Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî dê dîsa bicivin.

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku Sûdanî hewl daye pêgeha Îraqê li ser bingeha berjewendiyên hevbeş pêwendiyên bi welatan re bi hêz bike.

Di daxuyaniyê de behsa bi meaşê karmendên Herêma Kurdistanê jî hat kirin û wiha hat gotin:

“Hat tekezkirin ku di mijara meaşên karmendên Herêma Kurdistanê de ti helwestên siyasî nînin û tenê mijarên teknîkî ne ku dikarin bi rêya diyalog û têgihiştinê werin çareserkirin.

Hevpeymaniyê xwest Îraq bi rengekî ku berjewendiyên xwe biparêze û xwe ji pevçûn û qeyranê dûr bigire. 

Her wiha rewşa Sûriyeyê hat gotûbêjkirin û amadehiya Îraqê ji bo piştgiriya gelê Sûriyeyê hat dubarekirin.

Di civînê de rewşa Rojhilata Navîn, serdanên fermî yên Serokwezîr Sûdanî yên welatên dost û çend mijarên din jî hatin nîqaşkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst