Li 14 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin

11-11-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qedexeya Çûnûhatinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê 14 dever û navçe 15 rojan ji çûnûhatina welatiyan re hatin qedexekirin.

Qedexe wan deveran didie ber xwe ku ajeldarên Şirnexî ajelên xwe li wan diçêrînin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, li 14 dever û çiyayên Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basan, Qileban û Elkê qedexe hat ragihandin.

Li gor biryarê, li wan deveran ji 12ê Çiriya Paşînê heta 26ê Çiriya Paşînê, di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.

Welatî ne bi roj û ne jî bi şev dikarin biçin

Hat ragihandin ku welatî ne bi roj û ne jî bi şev dikarin biçin wan deveran.

Çiya û navçeyên ku li gorî biryara parêzgariyê hatine qedexekirin ev in:

“Çiyayê Cudiyê, Devera Bestayê, Çiyayê Gur, Kureşîn, Girê Deriyê Dawetiyan, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Çiyayê Gabarê, Newala Sar, Çiyayê Încebel, Devera Oymakkaya û Devera Tenînê.”

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtûjiyê û her pêşhateke neyînî” hatiye ragihandin.

Divê were gotin ku beşeke zêde ya xelkê Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dike.

Bi vê biryara parêzgariyê gelek herêmên Şirnexê hatine qedexekirin ku xelk çar demsalan ajelên xwe lê diçêrîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst