Şîna xizmên qurbaniyên Hemdaniyeyê bi dawî nebûye

11-11-2023
Edla Bekir
Şîna xizmên qurbaniyên Hemdaniyeyê bi dawî nebûye
Şîna xizmên qurbaniyên Hemdaniyeyê bi dawî nebûye
Nîşan Şewata Hemdaniyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Merasîmek ji bo çileya qurbaniyên bûyera Hola Heysemê ya Hemdaniyeyê hat lidarxistin.

Hin malbatên qurbaniyan hîn jî di şînê de ne, ew nikarin trajediya ku bi ser wan û malbatên wan de hatiye ji bîr bikin.

Intîsar Şerm kesayetiyeke olî ya Suryanan e, şeva daweta Hemdaniyeyê ji Urdinê hatibû cem malbata xwe lê hîn ji dîtina wan têr nebûbû, qederê destê wan ji hev kir.

Di navbera wan de bû xatirxwestina dawî û di bûyerê de ji malbata wê 4 kesan canê xwe ji dest da.

Kesayetiya olî ya Suryanan Intîsar Şermê anî ziman:

“Me 4 kes ji malbata xwe ji dest da. Birayê min, jinbira min û du keçên wan saet 21:30an çûn şahiyê, saet derdora 22:30an şewat derket, birayê min û hevjîna min bi mirî anîn malê û her du keçên birayê min piştî hefteyekê hatin dîtin.”

Mîra Elyas û keça wê ya çar salî ji şewatê rizgar bûn lê hevjînê wê û du keçên wê di dema hewldana rizgarkirinê de canê xwe ji dest da.

Mîra Elyasê anî ziman:

“Em demjimêr 21:00an çûne dawetê, em lîstin, paşê dansa bûk û zava dest pê kir. Hevjînê min ji cihê xwe çûbû, di dema bûyerê de min keça xwe rakir û em ber bi derî ve reviyan û em derketin.

Em li hevjînê min û jintî û keçên wê geriyan lê me ew nedîtin, paşê em çûn nexweşxaneyê û min hevjînê xwe li wir dît ku mirî bû.”

Di 26ê Îlonê de agir bi holeke navçeya Hemdaniyeyê ket û 132 kesan canê xwe ji dest da û nêzîkî 175 kesan jî birîndar bûn.

12 ji wan birîndaran li Tirkiyeyê têne dermankirin û yên din jî li nexweşxaneyên Mûsilê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst