Li Çiyayê Agiriyê berf dibare

11-10-2023
RÛDAW
Nîşan Agirî Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê, bi taybetî cihên bilind berfê dest pê kiriye.

Li Çiyayê Agiriyê ku çiyayê herî bilind ê Bakurê Kurdistanê ye berf û pûkê dest pê kiriye û erd spî bûye.

Bi hatina payîzê re pileya germê li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê daketiye û li cihên bilind û Çiyayê Agiriyê car car berf û pûk dibare.

Ji cihê kampê ku 4 hezar û 200 metre bilind e û heta deverên ku ji asta deryayê bilind 2 hezar metreyan in berfê dest pê kiriye û car car pûk dibare û dibe ba û bapêç.

Dîmenên hespên ku kelûpelên çiyageran jî hilgirtine bi telefonê hatin girtin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst