Cenazeyên 10 endamên asayîşê spartin axê

11-10-2023
RÛDAW
Cenazeyên 10 endamên asayîşê bi axê hatin sipartin
Cenazeyên 10 endamên asayîşê bi axê hatin sipartin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Veşartin Hêzên Ewlekariya Hundirîn Êrişên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê cenazeyên 10 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn spartin axê.

Li bajarê Hesekê ji bo 10 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê merasîmeke oxirkirinê hat lidarxistin.

Cenazeyên endamên asayîşê ji aliyê hezaran nişteciyên navçeyê ve li Goristana gundê Dawidiyê bi axê hatin sipartin.

Mihemed Zekî Tamî bavê endamekî hêzên asayîşê yê ku di êrişa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest dabû got:

“Cihê akademiyê hate bombebarankirin. Ti kes neçû, ez û her sê zarokên xwe çûn.

Em çûn me rakir cenazeyan. Me hevalên birîndar û şehîd derxistin.

Me rakir cenazeyê xwe û bi destê xwe ew anî nexweşxaneyê.”

9ê Çiriya Pêşîn balafirên şer ên Trikiyeyê Akadîmiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweserê ya li Dêrika Hemko bombebaran kiribû.

Di encama bombebaranê de 29 endamên  Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê cane xwe ji dest dabû.

Herwiha 28 endamên din jî birîndar bûbûn.

“Gava em ji xwe re nekin, divê em gazin ji kesî nekin”

Nişteciyê Hesekê Mihemed Emîn wiha anî ziman, “Ev êriş ne îro, ne jî ji doh ve ye, bi sedan sal in.

Lê yê me her li me vedigire. Gava em ji xwe re nekin, divê em gazin ji kesî nekin.

Bila ewilê em bibine yek, bawer bike em dê her tiştê xwe bistînin. Em dê êrişên dijmin ji ser xwe vegerînin.”

Li gorî Rêveberiya Xweser, ji sibeha 5ê Çiriya Pêşîn heta êvara 10ê Çiriya Pêşîn, hêzên Tirkiyeyê 224 pêgehên jêrxana petrolê, sentralên avû elektrîkê, dibistan, nexweşxane, kargeh û baregehên serbazî bombebaran kiribûn.

Di encama bombebaranan de 45 kesan canê xwe ji dest daye, herwiha zêdeyî sed milyon dolar ziyan gihîştiye sektorên sotemenî û xizmetguzariyê yên li Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst