Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê: PKKyê teqîna li Hewlêrê kir

11-09-2023
RÛDAW
Dîmenên teqîna Hewlêrê
Dîmenên teqîna Hewlêrê
Nîşan Hewlêr Teqîn Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku teqîna li ser pira peyayan a li ser cadeya 60 Metrî ya Hewlêrê “kiryareke terorîstî” ye û ji aliyê “PKKyê ve hatiye kirin.”

1ê Îlonê seat 18:29an de li ser pireke peyayan a li ser cadeya 60 Metreyî ya Hewlêrê teqînek çêbûbû.

Di teqînê de ti ziyaneke canî çênebû lê pirê xesar dîtiye.

Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser teqînê daxuyanniyek belav kir.

Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ev teqîn wekî “kiryareke terorîstî” bi nav kir.

Herwiha konseyê da zanîn ku 1 kîlo teqemeniya destçêkirî ya PETN bûye sedema teqînê.

“Endamê Tevgera Azadiyê ya girêdayî PKKyê ye”

Li aliyê din Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir navê kesê ku bombe daniye ser pirê Z.C.X. ye û ji nahiyeya Tekyeyê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê ye.

Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê got ku Z.C.X endamê Tevgera Azadiyê ya girêdayî PKKyê ye û bi vê armancê hatiye Hewlêrê û piştî teqînê dîsa vegeriyaye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî xala sêyem a madeya duyem a qanûna têkoşîna li dijî terorê  dadgehê biryar daye ku Z.C.X. bê desteserkirin.

Herwiha hat diyarkirin ji ber ku bûyer li Hewlêrê çêbûye dadgehê ji aliyên pêwendîdar ên Silêmaniyê xwestiye ku tohmetbar bê girtin û radestî dezgehên ewlehiyê yên Hewlêrê bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mesrûr Barzanî û Michael Waltz / Wêne: Rûdaw Grafîk

Mesrûr Barzanî û şêwirmendê ewlehiyê yê birêvebiriya Trump rûdanên vê dawîyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Kongreya Amerîkayê Michael Waltz pêwendiyeke telefonî pêk anî