Êrişî firokxaneya Hewlêrê hat kirin

11-09-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi dron êrişî Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin. Heta niha ne diyar e ku êriş ji ku derê ve hatiye kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Behroz Fereydûn ragihand ku îşev Şemiyê 11ê Îlona 2021, bi rêya çend dronên bombekirî, êrîşî Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hate kirin, lê ti ziyanên canî çênebûye.

Bi gotina Behroz Fereydûn, ji Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê dengê sîrenan tê.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Hewlêrê Senger Ebdulrehman jî diyar kir ku dengê teqîneke mezin li nêzîkî Firokexaneya Navnetewî ya Hewlêrê hatiye bihîstin û rayedarên asayîşa Hewlêrê jî nûçeya vê bûyerê piştrast kirine û gotine ku "êrîş li hewlêrê hatiye kirin û dengekî mezin hatiye bihîstin"

Peyamnêrê Rûdawê Sedat Leşkerî jî eşkere kir ku êriş bi 2 dronan bûye û yek ji wan ji aliyên Hêzên Hevpeymaniya ve hêj li hewa hate xistin û ya din jî ketiye xwarê.

Sedat Leşkerî da zanîn ku ji ber êrişê agir derketiye, lê metirsî nebûye.

Peyamnêrê me herwiha got ku li gor zanyariyên ji berpirsên Firokexaneya Navnetewyî ya Hewlêrê wergirtine geştên asmanî asayî bûne.

Derbarê êrişê de Berpirsekî ji Asayişa Hewlêrê jî ji Rûdawê re got ku hêzên wan li nav firokexaneyê hatine bicîkirin û lêkolînê li ser bûyerê dikin.

Dije-Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê agahiyên êrişî piştrast kir û ragihand ku, bi rêya dronên bombekirî êrîş li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin.

Omêd Xoşnaw: Hewlêr naheje û bihêz e

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw li ser hesabê xwe yê Facebookê  derbarê êrîşa îşev a li dijî Firokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê de got, "Hewlêr naheje û bihêz e."

Omêd Xoşnaw dibêje, "Spasiya hemû hêzan dikin û vê carê jî weke her carê neyar û dijminan ev hewldanên xwe bi ser nexistin."

Di beşekî dinê nivîsa xwe de da xuyakirin, ku "Hewlêr xwedî xwedan û aram e û dê her aram be. Li benda ragihandina li Dije-Terora Kurdistanê bisekinin û nûçeyên pûşbûna dijminan radgihînin."

Geştên asamnî asayî bûn

Hate zanîn ku ji ber êrîşê geştên asmanî li Firokexaneya Navnetewî ya Hewlêrê ji bo demekê hatin ragirtin.

Rêveberê Firokexaneya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku geştên niha asayî bûne û dema ti geştekê nehate paşxistin.

Peyamnêrê me got ku balafira Stenbol-Hewlêrê ku di dema êrişê de li ezmanê Hewlêrê bû, demekê li ezman geriya, lê piştre balafir bi silametî daket.

“Armanc aramiya Herêma Kurdistanê ye”

Endamê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Ebdulxaliq Talat ji ji Rûdawê re got, du firokeyên bê pîlot ên bombebarkirî berî ku bigihin firokexaneyê ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatin xistin.

Ebdulxaliq Talat jî da zanîn ku ji ber teqînan ti ziyanên can û maddî nebû.

Talat herwiha got: “Berê jî êrîşên bi vî rengî hebûn. Rayedarên Iraqê li ser vê yekê hatin agahdarkirin. Diyar e ku dron çawa hatine girtin û ji aliyê kê ve têne bikaranîn. Li Iraqê gelek komên çekdar ên ne yasayî hene. Destê wan di dewletê de heye, ji ber vê yekê ew bi hêsanî dikevin nav tawanên wiha."

Endamê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê di heman demê de diyar kir ku di êrîşan de Amerî û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hate hedefgirtin û wiha got: "Armanca wan têkbirina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst