11-09-2020
17:54
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Helebcê serdana monumenta şehîdan kir û tacegul danî ser peykerê Umerê Xawer û ragihand, daxwaza parêzgehkirina Helebcê gihîştiye wî û dê komîteyekê pêk bînin bo lêkolînkirina wê daxwazê.
Mistefa Kazimî ji rojnamevanan re ragihand, komelkujiya Helebcê janek e bo mirovahî û xelkê Iraqê û niha jî dema wê ye wê janê bikin derfetekî hêviyê ji bo xelkê wî bajarî.
Kazimî got, “Derfeta hêviyê jî daxwaza we ye bi lêkolîna li daxwaza we bo parêzgehkirina vî bajarî. Min ev daxwaz wergirtiye, em dê komîteyekê pêk bînin jib o lêkolînkirina vê daxwazê, bi mebesta pêşkêşkirina xizmetguzarî û hevkarî bo vî bajarî ku tûşî karesateke mezin bûye.”
Zêdetir bixwîne17:03
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di çarçova serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, îro piştî serdana Silêmaniyê, gihîşt bajarê Helebcê.
Zêdetir bixwîne
16:55
Berhem Salih bo Kazimî: Derfeteke dîrokî derketiye pêş ji bo çareserkirina pirsgirêkan
Mistefa Kazimî serdana Silêmanî kir û li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih kom bû
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Silêmanî kir û li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih kom bû.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Iraqê, Berhem Salih ji Kazimî re ragihandiye, “Derfeteke dîrokî ji bo çareserkirina pirsgirêkên paşxistî yên di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê derketiye pêş.”
Serokomariya Iraqê behsa wê yekê jî kiriye, “çareseriyeke dadperwerane û yasayî bo pirsgirêkan dikare garantiya wê bide, budca hikûmeta navendî û çavkaniyên darayî yên Herêam Kurdistanê digihine wan kesên şayiste.”
Zêdetir bixwîne16:40
Kazimî bo cotkarên Silêmanî: Ez dê pirsgirêka we çareser bikim
Cotkaran pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir
Di dema gihîştina bo Silêmanî beşek ji cotkaran pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir û daxwaza pereyê genimê xwe jê kirin û Kazimî jî ragihand ku ew dê pirsgirêkê çareser bikin.
Yek ji wan cotkaran ji Rûdawê re ragihand, Kazimî ji wan re ragihandiye, her çiqas Iraq di krîzeke darayî re derbas bibe “lê ez dê pirsgirêka we çareser bikim.”
Wî cotkarî ragihand jî pirsgirêka ne şandina pare ji ber sê sedeman e, “Milmilaneya di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê, milmilaneya di navbera hizbên Herêma Kurdistanê û Erebcêtiya li dijî Kurd.”
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir jî ji jineke cotkar re ragihand, “(Kazimî) dibêje ew dê roja Yekşemê pirsgirêkê çareser bikin.”
Zêdetir bixwîne12:35
Serokwezîrê Iraqê, Mistefa Kazimî di duyemîn roja serdana xwe ya bo Kurdistanê de, kêliyek berî niha gihîşt Silêmaniyê û ji aliyê Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ve hat pêşwazîkirin.
Kazimî di vê serdanê de bi rayedarên parêzgeha Silêmaniyê re jî dicive.
Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyê serdana gora Celal Talebanî, serokomarê Iraqê yê berê kir û destegul li ser gora wî danî. Kazimî herwiha di deftera bîranînê ya mezargehê de nivîsek jî nivîsand.
Zêdetir bixwîneSerokwezîrê #Iraqê Mistefa Kazimî îro li #Silêmaniyê serdana gora Celal #Talebanî, serokomarê Iraqê yê berê kir û destegul li sr gora wî danî. Kazimî herwiha di deftera bîranînê ya mezargehê de nivîsek jî nivîsand. pic.twitter.com/L4C8zO5hB5
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 11, 2020
12:08
Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî: Gotûbêjên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserke bingehîn giring in
Rûdaw
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna îro ya navbera Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê û Nêçîrvan Barzanî, Serokê herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, herdu aliyan tekezî li giringiya gotûbêjên Hewêr-Bexda li ser bingeha Destûrê û gihîştina bi çareseriyeke bingehîn ku xizmeta tevahiya welat û pêkhateyên wê bike, kirin.
Li gor daxuyaniyê, di vê civînê de rewşa giştî ya welat û dosyeyên hevbeş ên navbera hikûmeta federalî û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekezî li ser giringiya yekrêzî û yekhelwêstî ya ji bo rûbirûbûna rewşê û astengiyên niha kirine.
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha diyar kiriye, di civînê de tekezî li ser berdewamiya hevkarî û hemahengiya emnî di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê hat kirin, bi awayekê ku istiqrarê dabîn bike û alîkar be ji bo vegera awareyan û birêveçûna hilbijartineke serkeftî ku îrade û xwasta welatiyan nîşan bide.
Serokwezîrê Iraqê, Mistefa Kazimî di duyemîn roja serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, îro serdana ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Mistefa Kazimî duh bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û li gel serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevdîtin pêk anîn.
Kazimî herwiha duh serdana parêzgeha Duhokê kir û li wê derê serdana deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl li sînorê qezaya Zaxo û herwiha kampa Qadiya ya awareyên Kurdên Êzidî kir.
Zêdetir bixwîne
11:34
Nêçîrvan Barzanî: Me li gel Mistefa Kazimî gotûbêjên berhemdar kirin
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, gotûbêjên wan ên li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda pê re yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê berhemdar bûn.
Nêçîrvan Barzanî di twittekê de li ser civîna xwe ya li gel Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê ragihand: “Kêfxweşim vê sibehiyê li Hewlêrê min pêşwazî li Mistefa Kazimî, Serokwezîrê iraqê û şanda pê re kir. Em berdewam bûn li ser gotûbêjên xwe yên avaker ên taybet bi çareserkirina mijarên hilawîstî yên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û nirxandina berjewendiyên hevbeş ên navbera me.”
Zêdetir bixwîneI’m pleased to receive Prime Minister @MAKadhimi and his delegation this morning in Erbil. We continued our constructive talks to resolve the remaining issues between the Kurdistan Region and Iraq’s federal government and discussed issues of mutual interests. pic.twitter.com/FsKDuyUhQS
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) September 11, 2020
11:20
Civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Hewlêrê bi dawî hat.
Her îro Serokwezîrê Iraqê serdana parêzgeha Silêmaniyê dike û bi rayedarên wê parêzgehê re dicive.
Zêdetir bixwîne11:10
Parlamentera YNKê Bilêse Cebar Ferman: Raya giştî ya Kurdî dixwaze Kazimî Herêma Kurdistanê kontrol bike
Parlamentera YNKê Bilêse Cebar Ferman
Parlamentera YNKê li parlamentoya Iraqê, Bilêse Cebar Ferman derbarê serdana Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê de ragihand, ew serdan weke amadekariyê ye bo hilbijartinan û Kazimî dixwaze di hilbijartinên bihê de hejmareke zêde ya kursiyan bi dest bîne û li parlamentoyê bibe xwedî giranî.
Bilêse Cebar Ferman got, “Kazimî bi vê serdanê dixwaze raya giştî ya Kurd bikişîne aliyê xwe.”
Ew parlamenterê YNKê dibêje, Kazimî herwiha dixwaze ji xelkê Iraqê û Herêma Krudistanê re bêje, tevahiya Iraqê yek parçe ye û wî kontrola temam li ser hemû beşên Iraqê heye.
Bilêse Cebar Ferman derbarê hewldana Kazimî bo gihandina wê peyamê de jî got: “Bê guman raya giştî ya Kurd pê xweş e, raya giştî ya Kurd ewqas ji hikûmeta me bi xwe bêzar û nerazî ye, bi hukmê Kazimî razî ye.”
Wê parlamentera YNKê herwiha amaje bi rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê kir û got, niha li Kurdistanê xelk birçî ye û gelek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê nerazî ne, lewma şandên Herêma Kurdistanê û pêgeha Hewlêrê li hember Iraqê di gotûbêjan de lawaz in.
Zêdetir bixwîne
09:00
Serokwezîrê Iraqê serdana Silêmanî û Helebceyê dike
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kêliyek berî niha gihîşt ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
Di duyemîn roja serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê li gel Serokê Herêma Kurdistanê dicive.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê, Ehmed Mela Telal roja Pêncşemê 10ê Îlonê ji Rûdawê re ragihandibû, civîn li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê ye û herdu alî dê di civînê de behsa çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bikin.
Ehmed Mela Telal herwiha diyar kiribû, ji ber ku Nêçîrvan Barzanî pêştir serokê hikûmetê bûye û demek berî niha jî weke Serokê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir û kesekî xwedî ezmûn e, lewra Mistefa Kazimî û Nêçîrvan Barzanî dê behsa çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bikin.
Serokwezîrê Iraqê duh bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û li gel serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevdîtin pêk anîn.
Kazimî herwiha duh serdana parêzgeha Duhokê kir û li wê derê serdana deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl li sînorê qezaya Zaxo û herwiha kampa Qadiya ya awareyên Kurdên Êzidî kir.
#Nêçîrvan_Barzanî Serokê Herêma #Kurdistanê li ofîsa serokatiyê li Hewlêrê pêşwazî li Mistefa Kazimî Serokwezîrê #Iraqê û şanda pê re kir.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 11, 2020
Wêne: Ofîsa Ragihandinê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê pic.twitter.com/AOQOdwed6h
Tê nûkirin…..
Zêdetir bixwîne