Otomobîlek ket Bendava Derbendîxanê: Dayik û kur xeniqîn

11-08-2019
RÛDAW
Nîşan Derbendîxan otomobîl qeza Silêmaniye
A+ A-

Derbendîxan (Rûdaw) - Otomobîlek kete Bendava Derbendîxanê û di encam de dayik û kurê wê xeniqîn.


Rêveberê Polîsê Hatinçûnê li Derbendîxanê Rêjen Burhan ji Rûdawê re aşkere kir ku li ser rêya Şemêran li nêzikî navçeya geştyarî Ban Qoyn, otomobîlek ketiye nav bendavê û du kesên di otomobîlê de xeniqîne.


Rêveberê Pizîşkiya Dadî li Derbendîxanê Dr. Şêrko Sabir, ji Rûdawê re ragihand ku ew kesên ku di otomobîlê de bûn, dayik û kurê wê bûne.


Hat zanîn ku ew dayik sala 1957an ji dayik bûye û kurê wê jî sala 1980an ji dayik bûye û şêniyên Taxa Ûlûbey a Silêmaniyê ne.


Derbarê sedema rûdana wê bûyerê de jî Bûrhan got ku dibe, ajokar kontrol ji dest dabe û ji ber hindê otomobîl ketibe nav bendavê.


Bajarokê Derbendîxan, ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst