AMÊDÎ – Tirkiyeyê dîmenê teqandina xaniyekî belav kir: “Xebata min a 20 salî çû”

11-07-2024
Xerîb Mecîd
Artêşa Tirkiyeyê xaniyel li Amêdiyê teqand: / Wêne: Rûdaw
Artêşa Tirkiyeyê xaniyel li Amêdiyê teqand: / Wêne: Rûdaw
Nîşan Teqandin Xanî Tirkiye Dihok Dergela Mûsa Begê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, dîmenên teqîna malekê li gundê Dergela Mûsa Begê ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê belav kir.

Cotkarê bi navê Xeyrî Hekîm xwediyê wî xaniyê li gundê Dergela Mûsa Begê ye ku dikeve devera Berwariya Bilind a Kanî Masiyê.

Xeyrî Hekîm ku niha li Dihokê dijî, bi çavên xemgîn temaşeyî dîmenên teqandina mala xwe dike.

“Min bi xebata 20 salan çêkir”

Cotkar Xeyrî Hekîm da zanîn ku wî ew xanî bi keda xwe ya 20 salên cotkariyê çêkiriye û got:

“Min silfe [kredî] wergirtiye û min heta niha jî nedaye. Yên din jî min li ser temam kiriye.

Min li xanî 6-7 defter [60-70 hezar dolar] lê xerc kirin heta ku temam kir.

Ma êdî ez dê hest bi çi bikim. Hest bi xirabkirin û wêrankirinê dikin. Êdî tiştek nema.”

Bi hezaran donim zeviyên gundê Dergela Mûsa Begê hatîne şewitandin.

Debara jiyana Reşîd Îsmaîl û malbata wî li ser çandiniyê bû, niha ew ne bi tenê ew bê dahat mane herwiha derbeder jî bûne.

“Hemû erdê min şewitîn”

Cotyar Reşîd Îsmaîl jî got:

“Jiyana min li ser cotyariyê bû. Min berhemên xwe yên çandiniyê û heywanên xwe difirotin.

Min bi wê yekê îdareya xwe û malbata xwe dikir lê niha ew hemû çûn û tiştek ji wan nema.

Em niha bûne kurên kolanan. Zêdeyî 6 donim erdê me hebûn û hemû coreyên daran tê de hebûn lê hemû çûn.”

Ava gund hatiye teqandin

Muxtarê Gundê Dergela Mûsa Begê Salih Dergelî 81 salên jiyana xwe li gunde derbas kirine.

Muxtae Salih Dergelî ji ber qedexeya li gund piraniya rojan qesta deverê dike û ji dûr ve temaşeyî gund dike.

Hemû hêviyên wî jî ew e ku emrê xwe yê mayî jî Dergela Mûsa Begê derbas bike.

Muxtarê Gundê Dergela Mûsa Begê Salih Dergelî got:

“Êdî li gund jiyan nema. Ne mirov û ne jî heywan êdî li gund najîn.

Hem çavkaniya ava vexwarinê ya gund û hem jî ava ji bo avdaniyê teqandine û av nayê.”

Ji 27 Hezîranê ve ji ber operasyonên Tirkiyeyê yên hebûna gerîlayên PKKyê 8 gundên li rojhilatê Çiyayê Metîna hatine valakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Şaredariya Êlihê yekem Xwaringeha Gel vekir / Wêne: Şaredariya Êlihê

Şaredariya Êlihê yekem Xwaringeha Gel vekir: 3 cor xwarin bi 100 lîreyî ne

Şaredariya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, li bajêr yekem "Xwaringeha Gel" vekir û ew xwaringeh 3 corên xwarinê bi 100 lîreyên Tirkî dide welatiyan ku dike derdora 3 dolaran