Li Wanê wesayîta leşkerî û otomobîlek li hev qelibîn: Kesek mir, 12 leşker birîndar bûn

11-07-2023
Firat Kelehkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê wesayîta leşkerî û otomobîlek li hev qelibîn û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 12 leşker jî birîndar bûn.

Li navçeya Payîzava ya ser bi parêzgeha Wanê ve wesayîta leşkerî û otomobîlek li hev qelibîn.

Bûyer, îro Sêşemê 11ê Temûza 2023an li ser rêya Wan-Colemêrgê qewimî. Di encama bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 12 leşker jî birçndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustî, AFAD, helîkoptera ambulans, cendirme, polîs û berevaniya şaristanî bo cihê bûyerê hatin şandin.

Cendirme û polîsan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Termê kesê ku di bûyerê de canê xwe ji dest daye bo morga nexweşxaneyê hat veguhastin.

Her 12 leşkerên birîndar jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Serokê Şaredariya Payîzavayê, Hayrullah Taniş jî serdana cihê bûyerê kir û zanyarî wergirtin. Lê derbarê tendirûstiya leşkerên birîndar de ti zanyarî nehatine belavkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst