Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji ber vekirina ava Bendava Meydankê lehî li cadeyên bajêr rabû.
Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê îro Yekşemê 11ê Tîrmeha 2021ê ava deryaçeya Bendava Meydankê li herêma Efrînê vekirin û ji encamê lehî li hin cadeyên bajarê Efrînê çêbû.
Çavkaniyekê ji nav bajarê Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku grûpên çekdar ava Bendava Meydankê vekirine û ji encamê asta avê li çemê Efrînê pir bilind bûye û ketiye nav hin cadeyên bajarê Efrînê.
Li gorî heman çavkaniyê, ji demjimêr 08.30 ve lehî li nav hin cadeyên Efrînê rabûye û heta paş nîro jî her berdewam bûye.
Tora Medyayî ya Rûdawê, raporteke derbarê Bendava Meydankê de belav kiribû ku tê de, lêkolerê Efrînî Zekeriya Hiserî gotibû pilaneke diziya ava bendava Meydankê heye ji bo tejîkirina deryaçeya bendava Rihaniyê li Tirkiyê.
Hikûmeta Sûriyê sala 1997an dest bi avakirina Bendava Meydankê kir ku navê wê yê fermî li Sûriyê, Bendava 17ê Nîsanê ye û roja 24ê nîsana 2004ê bi fermî hat vekirin.
Li gor hikûmeta Sûriyê, 58 milyar û 200 milyon Lîreyên Sûrî di dirustkirina wê bendavê çûbûn.
Bendav ava vexwarinê ji bo 200.000 kesan dabîn dike, herwiha bi ava bendavê 30.000 hektar zevî tên avdan. Bendav herwiha 20 Megawat elektirîk jî berhem tîne.
Sala 2004ê, hikûmeta Sûriyê biryar da ku deryaçeya bendavê wekî navçeyeke parastî bê hejmartin.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018an ve û piştî şereke 58 rojî, di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse