Hikûmeta Kurdistanê lîjneyek derbarê dosyeya Mistefa Selîmî de pêk anî

11-04-2020
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî Cotyar Adil Mistefa Selîmî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere dike ku ti zanyariyek wan derbarê radestkirina Mistefa Selîmî bo rejîma Îranê nebûye û bi fermana Serokwezîr, lîjneyek hat avakirin ku lêkolînê li ser vê bûyerê bike.

Cotyar Adil, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê ‘radestkirin’a Mistefa Selîmî bêyî agahdariya hikûmetê, daxuyaniyek belav kir û got, “Di kenelan de behsa wê tê kirin ku hemwelatiyekî xelkê bajarê Seqizê, bi navê Mistefa Selîmî ku pena bo Herêma Kurdistanê aniye, li sînorê Pêncwîn, ji aliyê asayişê ve radestî Îranê hatiye kirin. Hikûmeta Herêmê agahdarê vê mijarê nîne û eger tiştek wiha rû dabe,  ev yek bêyî agahdariya hikûmetê hatiye kirin.”

Li gor daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, lîjneyek ji bo lêkolînkirina vê bûyerê hatiye pêkanîn.

Hemwelatiyê bi navê Mistefa Selîmî ku heyamekê Pêşmergeyê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) bû, piştî 17 sal ji zindanîkirinê, di serîhildana girtiyan de çend roj berê, xwe ji zindanê xilas kiribû û gihandibû sînorê Başûrê Kurdistanê.

Lêbelê li gor zanyariyên hatine belavkirin, Mistefa Selimî ji aliyê asayişa Pêncwînê ve radestî hêzên Îranê hatiye kirin.

Herwiha ew pêşmergeyê berê, piştî ku hat radestkirin, îro danê sibehê li zindana Seqizê ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst