PDKÎ: Desteserkirina Mistefa Selîmî ne zelal e

11-04-2020
RÛDAW
Nîşan PDKÎ Mistefa Selîmî Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), debrarê bidarvekirina girtiyê Rojhilatê Kurdistanê, Mistefa Selîmî ragihand ku ji ber ti pêwendiya rêxistinî ya Mistefa Selîmî bi partiya wan ve nebûye, şêwaza desteserkirina wî ne zelal e.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, debrarê bidarvekirina, Mistefa Selîmî daxuyaniyek da, têde ragihand ku şêwaza desteserkirina wî ne zelal e.

PDKÎ radgihîne jii ber ku ti pêwendiya rêkxistinî ya Mistefa Selîmî bi partiya wan ve nebûye, şêwaza desteserkirina wî ne zelal e, lê niha ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteyeke lêkolînan ji bo zelalkirina wê pirsê ava kiriye, pêngaveke di cihê xwe de ye û hêvî dikin encama lêkolîna wê komîteyê rastiya bûyerê eşkere bike.

Sibeha roja Şemiyê, 11.04.2020, girtiyê Kurd Mistefa Selîmî li bajarê Seqizê yê rojhilatê Kurdistanê hate bidarvekirin.

Gotegota wê yekê belav bû ku Mistefa Selîmî piştî li girtîgega Seqizê reviyabû, derbasî Başûrê Kurdistanê bibû û ji aliyê asayişa bajarê Pêncwênê ve radestî hêzên Îranê hatiye kirin. Wê yekê dengvedaneke mezin di medya û torên civakî de çêkir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil ragihand ku  Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da ku komîteyek ji bo lêkolînkirin di wê keysê de pêk were.

Daxuyaniya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê wiha ye:

“Zelalkirina Hizba Demokrat, têkildarî bidarvekirina Mistefa Selîmî

Zelalkirinek bo raya giştî

Piştî bidarvekirina yek ji girtiyên revyayî li girtîgeha Seqizê, bi navê "Mistefa Selîmî" hejmareke medyayan, her yekê bi teibîra xwe ji daxuyaniyên hevalan û ragihandina hizbî ew pirs anîne rojevê; lewma ji bo agehdariya raya giştî bi navê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê em radigehînin:

1. Bidarvekirina Mistefa Selîmî ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve bi tundî protesto dikin.

2. Ya ku navbirî çawa hatiye desteserkirin, ji ber ku ti pêwendiya wî ya rêxistinî bi partiya me ve nebûye ne zelal e, lê niha ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteyeke lêkolînan ji bo zelalkirina wê pirsê ava kiriye, pêngaveke di cihê xwe de ye û em hêvî dikin encama lêkolîna wê komîteyê rastiya bûyerê eşkere bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst