Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî bûne hevserokên YNKê

11-02-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan YNK Bafel Talebanî Lahûr Şêx Cengî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku di peyrewa navxwe ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de sîstema hevserokatiyê hatibû pesendkirin, îro Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî wek Hevserokên YNKê hatin diyarkirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê ragihand, îro Sêşemî 11ê Sibata 2020 Encûmena Serkirdatiya YNKê bi piraniya dengan Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî wek Hevserokên YNKê diyar kirin.

Ji bo pesendkirina peyrewa navxwe ya YNKê ku ji 77 bendan pêk tê, ew çend roj in ku civînên Encûmena Serkirdatiya YNKê berdewam in.

Di civîna xwe ya roja Şemiyê 8ê Sibatê de, Encûmena Serkirdatiya YNKê biryar dabû ku sîstema birêvebirina YNKê bibe hevserokatî.

Tevî ku piraniya endamên Encûmena Serkirdatiya YNKê bi sîstema hevserokatiyê razî ne, lê belê hin serkirdeyên wê partiyê nerazî ne, ku Mehmûd Sengawî yek ji wan e.

Mehmûd Sengawî roja Yekşemê 9ê Sibatê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, sîstema hevserokatiyê ji bo YNKê û ji bo partiyekê ku di desthilatê de ye, guncaw nîne, lewma ew wê sîstemê ji bo rêvebirina partiya xwe red dike.

Sengawî ji Rûdawê re got: “Eger niha YNK di xebata çiya (çekdarî) de ba, ti pirsgirêka wê corê sîstemê nebû, lê belê ji bo partiyeke beşdar di desthilatê de, hevseroktî baş nîne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst