Erdogan: Yan dê çekan dayînin an jî dê ji holê bên rakirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Rojavayê Kurdistanê Sûriye HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gefa berdewamiya operasyonan li Rojavayê Kurdistanê xwar.

Erdogan got, “Li Sûriyeyê ligel bidawîbûna zilma 61 salî ya Beasê û azadkirina Şamê ji aliyê hêzên mixalefetê yên Sûriyeyê ve terorîstên dabeşker gelekî tengav bûne.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku du bijarde li pêşiya wan in û got:

"Yan dê ji terorê tobe bikin û çekan dayînin an jî dê ji holê bên rakirin."

Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Aydinê yê Tirkiyeyê di 8emîn kongreya partiya xwe de derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê axivî.

Serokkomarê Tirkiyeyê behsa operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên li nav axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî kir û got:

“Me bi operasyona xwe ya Pençe Kilîd a li bakurê Îraqê, di navbera welatê me û Qendîlê de dîwarekî ku neyê rûxandin ava kir.

Me bi operasyonên xwe yên derveyî sînor ew kembera terorê ya ku dihat xwestin li bakurê Sûriyeyê jî bê avakirin ji 4 cihan şikand û avêt.

Bi vî awayî jî me rê neda ku Tirkiye bi destê rêxistina dabeşker û di hîmayeya efendiyên wan ên emperyalîst de ji başûr ve bê dorpêçkirin.”

Erdogan amaje bi pêwendiyên Rêveberiya Xweser ên bi welatên rojava jî kir û wiha berdewam kir:

 "Li Sûriyeyê tevî bidawîbûna zilma 61 salî ya Beasê û azadkirina Şamê ji aliyê hêzên opozîsyonê yên Sûriyeyê ve, terorîstên dabeşker gelekî tengav bûne.

Niha ji xwe re li rêveberên nû digerin. Xwe li ba wan aliyên ku naxwazin herêma me aram bibe şêrîn dikin.

Çavên xwe li hêzên emperyalîst diniqînin ku berjewendiya wan di xwîn û rondikên çavan de ye lê çi bikin vala û bê sûd e.”

Bi piştgirêdana bi hêzên biyanî nikarin encamekê bidest bixin.

Wekî bav û bapîrên me dibêjin siwarê hespê xelkê zû peya dibe.

Min berî niha got tenê dû bijarde li pêşiya wan in. Yan dê ji terorê tobe bikin û çekan dayînin an jî dê ji holê bên rakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst