Tirkiyeyê bi dronan êrişî Kobaniyê kir

Duh li 06:57
RÛDAW
Nîşan Girê Miştenûrê Kobanî Artêşa Tirkiyeyê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyeyê bi dronan êrişî Girê Miştenûrê yê Kobaniyê kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dronên artêşa Tirkiyeyê êrişî xalên leşkerî yên li ser Girê Miştenûrê yê Kobaniyê kir.

Serokê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand, artêşa Tirkiyeyê Girê Miştenûrê yê Kobaniyê ku navendeke leşkerî li ser e bombebaran kiriye.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, êrişa Tirkiyeyê saet 15:00an hatiye kirin.

Serokê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman got:

“Dûman ji cihê bombebaranê bilind dibe û li gorî zanyariyên destpêkê kuştî û birîndar hene.”

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), artêşa Tirkiyeyê ji destpêka îsal ve 198 caran êrişî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Li gorî amaran 86 kesan di wan êrişan de canê xwe ji dest daye û 49 şervan û 77 sivîl ku di nav wan de jin û zarok jî hene birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst