Li Kobaniyê 3 endamên Asayîşê canê xwe ji dest da

Duh li 12:05
RÛDAW
Nîşan Kobanî Hêzên Asayişê Êriş Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 3 endamên Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rojavayê Kurdistanê (Asayîş) di êrişa asmanî ya Tirkiyeyê de canê xwe ji dest da.

Li gorî Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rêvebiriya Xweser, droneke Tirkiyeyê xaleke wan a li Kobaniye kiriye armanc.

Di encama wê êrişê de 3 endamên Asayîşê canê xwe ji dest da.

Her wiha li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Navxwe doh di encama êrişên Tirkiyeyê de li Kobanî, Eyn Îsa û Til Temerê gelek sivîl bûne qurbanî.

Rêveberiya Xweser jî da zanîn ku di wan êrişan de 15 sivîlan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst