Di şewata li Soranê de 14 kes miribûn: 5 kes hatin desteserkirin

10-12-2023
Avahiya ku li agir pê ket / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Avahiya ku li agir pê ket / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Soran Şewat Desteserkirin Qaymeqamê Soranê Receb Zubêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qaymeqamê Soranê Receb Zubêr da zanîn ku li ser şewata li Soranê 5 kes hatine desteserkirin.

8ê vê mehê saet 20:15an agir bi avahiyeke li ser rêya Soran û Çomanê ket û 14 kesan canê xwe ji dest da.

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo lêkolîna bûyerê lijneyek pêywirdar kir.

Qaymeqamê Soranê Receb Zubêr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku vê lijneyê li cihê bûyerê lêkolîn kirine û wan civînek jî kiriye.

Receb Zubêr destnîşan kir ku dê lijne guh bide şahidan û dê piştî vê rapora xwe pêşkêşî Wezareta Karên Navxwe û Îdareya Serbixwe ya Soranê bike.

Receb Zubêr herwiha da zanîn, heta niha 5 kes hatine desteserkirin ku yek ji wan xwediyê avahiyê, yek ji wan jî xwediyê atolyeya kanepeyan a li avahiyê ye.

Şewata li Soranê dawî li jiyana 14 kesan anî û 7 kes jî bi birîndarî ji vê karesatê filitîn.

Di vê şewatê de 6 kesên ji Îraqê, 3 kesên ji Rojhilatê Kurdistanê, 2 hevjînên ji Soranê û 3 kesên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst