Serok Barzanî li ser mafên pêkhateyên Kurdistanê daxuyanî da

10-12-2023
Nîşan Serok Barzanî Parlamentoya Kurdistanê Hilbijartin Pêkhate
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî li ser mafên pêkhateyên Kurdistanê got, “Divê rê were dayîn ku ew biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û divê ji wan re ti çarçove û qalib neyên diyarkirin.”

Ofîsa Barzanî îro li ser nêrîna Serok Barzanî ya di heqê mafên pêkhateyên li Parlamentoya Kurdistanê de peyamek belav kir.

“Pekhate beşeke azad û girîng a civaka Kurdistanê ne”

Her ku hilbijartinên 25ê Sibata 2024an nêzîk dibin nîqaşên li ser mafên pêkhateyên li Herêma Kurdistanê û temsîla wan a li Parlamentoya Kurdistanê gurtir dibin.

Serok Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku nabê mafên pêkhateyan bibin mijara ti nakokiyên siyasî.

Herwiha Serok Barzanî da zanîn ku “Divê pekhate li ser çarenivîsa xwe biryarê bidin” û pê de çû:

“Pekhate beşeke azad û girîng a civaka Kurdistanê ne. Nabe ku destekft û mafên tevlî berjewendiyên siyasî bên kirin.”

Li hemberî yasaya hilbijartinê ya Parlamentoya Kurdistanê du gilî hatibûn tomarkirin û tê payîn ku Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê 27ê vê mehê li ser van giliyan biryarê bide.

Heke ev gilî werin qebûlkirin eger heye ku kursiyên pêkhateyan bikevin bin metirsiyê û herwiha şêweyê lidarxistina hilbijartinan jî biguhere.

11 ji 111 kursiyên li Parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkhateyan hatine veqetandin.

5 ji wan pişka Tirkmenan, 5 pişka Xiristiyanan û 1 jî pişka Ermenan e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinên bi hemû aliyan re biryar da ku hilbijartinên gera 6an ên Parlamentoya Kurdistanê 25ê Sibata 2024an werin lidarxistin.

Li aliyê din, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê dê serperiştiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst