PWK: Neteweyên Yekbûyî heta niha ji bo Kurdan çi kiriye?

10-12-2023
RÛDAW
Nîşan PWK Mafên Kurdan ên Neteweyî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan Roja Mafên Mirovan a Cîhanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bangî Netewên Yekbûyî û dewleten cîhanê kir û got ku Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê bi cih bînin.

Roja 10ê Kanûna Pêşînê ya 1948an, Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hat pejirandin.

Ew roj wekî Roja Mafên Mirovan a Cîhanê tê pîrozkirin.

Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan piştî Şerê Duyem ê Cîhanê hat pejirandin ku di we demê de mafên mirovan gelekî dihatin binpêkirin.

Piştî rûxandina Nazîzmê, ji bo ku mirovahî careke din tûşî rewşeke wiha nebe, Netewên Yekbûyî ew danezan pesend kiribû.

PWKyê bi vê boneyê daxuyaniyek belav kir û diyar kir:

“Îro heger em behsa miletên ku mafên wan ên mirovî û neteweyî tê binpêkirin bikin, bêyî teredut em dê bibînin ku miletê Kurd di rêza yekem de ye.

Cihê mixabinî ye ku yekemîn saziya ku Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê binpê kiriye, pêwîstiyên wê bicih neanîye û ew danezan neşopandiye, dîsa her Neteweyên Yekbûyî bixwe ye.”

“Neteweyên Yekbûyî heta niha ji bo mafên Kurdan çi kiriye?”

PWKyê bal kişand ser êrişên li dijî Kurdan û got:

“Di serî de xwişk û biryên me yên Kurdên Êzidî, hemû miletê Kurd li ber çavên Netewên Yekbûyî, tûşî êrişên hovane yên DAIŞê bû.

Îro jî li ber çavên Netewên Yekbûyî, miletê Kurd tûşî êrişan, binpêkirinên mafên mirovî û neteweyî dibin.

Niha em dipirsin:

Em demên ku beriya îmzekirina vê danezanînê danîn aliyekê, ji 10ê Kanûna Pêşîna 1948an û vir ve, ji bo zimanê Kurdî yê qedexekirî, ji bo maf û azadiyên neteweyî yên Kurdan ên binpêkirî, ji bo komkujî û qirkirinên ku li ser Kurdan hatine pêkanîn, ji bo şkence û zindanîkirinan, ji bo mafên azadiya raderbirîn û birêxistinkirinê yên binpêbûyî yên gelê Kurd, Neteweyên Yekbûyî heta niha çi kiriye?

Ji bo Kurdên ku mafên wan di her 30 xalên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de bi awayekî eşkere hatine binpêkirin Netewên Yekbûyî heta niha çi kiriye?”

“Guh bidin qêrîna mirovî ya gelê Kurd”

PWKyê di 75emîn salvegera pejirandina Roja Gerdûnî ya Mafên Mirovan de bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên têkildar ên parêzvanên mafên mirovan kir û got:

"Guh bidin qêrîna mirovî ya gelê Kurd ku ji 50 mîlyonî zêdetir in.

Ji bo bicihanîna mafên mirovî yên bingehîn ên gelê Kurd, ji bo bidestxistina mafên Kurdan ên ku di nav Danezana Gerdûnî ya Mefên Mirovan de hatine pênasekirin, em bang li we dikin ku demildest gavan biavêjin.

Herweha em bang li Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê dikin ku pêdiviyên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bi cih bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst